Ji bo Mêrdîn û Şirnexê banga serlêdanê 2023-12-23 09:04:28     Oznûr Deger   MÊRDÎN/ŞIRNEX -  Berdevka Jinan a Komîsyona Hilbijartinê ya Mêrdînê û hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan der barê serlêdanên namzetiyê de bang li jinan û ciwanan kir û got: “Em hêza xwe bikin yek û xwedî li pêvajoyê derkevin.”   Amadekariyên hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2024’an de pêk bê didomin. Bi daxuyaniya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) da serlêdanên namzetiyên ji bo hevşaredariyê heta 25’ê Mijdarê hat dirêjkirin.   Berdevka Jinan a Komîsyona Hilbijartinê ya Mêrdînê û hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan der barê serlêdanên namzetiyê de bang li jinan û ciwanan kirin ku  ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin.   Adalet Fîdanê balkişand ser girîngiya hilbijartinên herêmî û wiha got: “Hilbijartinên herêmî  tê wateya rêveberiya navend, navçe, tax û gudan. Me di vî alî de perspektîf danî pêş xwe. Kengê em şaredariyê xwe bigin em ê bi vê perspektîfê xebatan bidomînin. Em nûneriya wekhev û hevserokatiyê esas digirin.  Jin di rêveberiyên herêmî de ji sedî 50 cihên xwe digirin. Heman demê de cih girtina jinan a di van mekanîzmayan de gelek girîng e.”   ‘Em banga serlêdanê li hemû kesî dikin’   Adaletê daxuyakirin ku temenê siyasetê her diçe mezin dibe û ciwan kêm di siyasetê de cih digirin û got: “Ji bo nûneriya ciwan û jinan di rêveberiyên herêmî de zêde bibe divê serlêdan bên kirin. Pêvajoya serlêdanê heta 25’ê Kanûnê hat dirêjkirin. Divê jin û ciwan bên DEM Partiyê û serlêdanê bikin. Du deme şaredariyên me tên xespkirin. 31’ê Adarê ji bo me roja hesabpirsînê ye.”   ‘Divê gel namzetên xwe diyar bike’   Berdevka Jinan a Komîsyona Hilbijartinê ya Mêrdînê Semîre Nergîz jî destnîşan kir k udi pêvajoyek girîng de derbas dibin û wiha domand: “Ev du deme qeyûm tên tayînkirin. Dest didin ser îradeya gel. Pirsgirêkên gel zêde dibin. Çavê gel li hilbijartinên 31’ê Adarê ye. Gelê me bi kelecan û hêviye. Gelê me xwedî li şaredarî û îradeya xwe derdikeve. Bi serlêdanan berteka xwe ya li dijî rejîma qeyûm tîne ziman.”   ‘Em xwedî li pêvajoyê derkevin’   Semîreyê diyar kir ku di civaka ku jin û ciwan tune ne nûbûn tuneye û wiha domand: “Divê jin û ciwan vê pêvajoyê de rola aktîf bilîzin û xwedî li îradeya xwe û pêvajoyê derkevin. Em hêza xwe bikin yek û xwedî li pêvajoyê derkevin. Divê jin ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin. divê pergala mêr û qeyûm ji kokê rakin.”