'Divê em weke jinên kurd baş xebatê bikin' 2023-12-22 10:05:59     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên kurd ên li Helebê derbarê dîroka dewleta tirk û dîroka osmaniyan her wiha armancên wan ên qirkirina gelê kurd û mîsakı-milli de panel li Helebê panel li dar xistin. Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokaratik (PYD) Eyşe Hiso têkildarî mijarê nirxandin kir. Eyşeyê wiha got:"Divê em li dijî fikra dewleta tirk, xwe xurt bikin ji ber ku her biryara dewleta tirk ew e ku yekem projeya Xweseriya Demokratîk û gelê kurd qir û tune bikin. Ev tunekirin her tim di rêza xebatên dewleta tirk de ye. Li hemberî vê yekê jî divê em weke jinên kurd baş xebatê bikin da ku em rê li hemberî siyaset dewleta tirk bigirin."   Jinên kurd ên li Helebê derbarê dîroka dewleta tirk û dîroka osmaniyan her wiha armancên wan ên qirkirina gelê kurd û mîsakı-milli de panel li Helebê panel li dar xistin. Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokaratik (PYD) Eyşe Hiso têkildarî mijarê nirxandin kir.    'Li dijî aloziyan gel bê bersiv nema'   Eyşeyê di destpêkê de da zanîn li Rojhilata Navîn her tim aloziyek heye û gelê kurd li dijî vê aloziyê her tim li berxwe daye û wiha got:"Bi salan e şer û aloziyek di Rojhilata Navîn de heye. Li dijî vê yekê jî gel bê bersiv nema. Dewleta tirk jî li Rojhilata Navîn dest bi siyaset bi çeteyan re kir. Bi vî awayî erdnîgariya Sûriyeyê dagir kir. Her wiha piştgirî da DAÎŞ'ê. "   'Divê em weke jinên kurd baş xebatê bikin'    Di dawiya axaftina xwe de Eyşeyê da zanîn ku ger gelê kurd li dijî dewleta tirk xwe xurt neke wê her bê xapandin û wiha got:" Divê em li dijî fikra dewleta tirk, xwe xurt bikin ji ber ku her biryara dewleta tirk ew e ku yekem projeya Xweseriya Demokratîk û gelê kurd qir û tune bikin. Ev tunekirin her tim di rêza xebatên dewleta tirk de ye. Li hemberî vê yekê jî divê em weke jinên kurd baş xebatê bikin da ku em rê li hemberî siyaset dewleta tirk bigirin."   'Dixwazin kuştin, tunekirin û guhertina demogirafîk pêk bînin'   Di heman demê de Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşeroj a Helebê, Xalîde Ebdo jî wiha got:"Me bi amadebûna jinên li taxê panela xwe li dar xist. Me bal kişand ser dîroka dewleta osmaniyan û komkujiyên ku kirine. Bi zihniyeta Osmaniyan niha êriş li ser herêmên me yên demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Dixwazin projeya Osmaniyan vegerînin. Dixwazin kuştin, tunekirin û guhertina demogirafîk pêk bînin. Em ê jî li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin."   'Em ê wekî jinên kurd têkoşîna xwe her bilind bikin'   Di dawiya axaftina xwe de Xalîdeyê bal kişand ser bêdengiya rêxistinên ku îro xwe li cîhanê dane eşkerekirin ku mafê mirovan diparêzin û got ev rêxistin li hemberî kiryarên dewleta tirk her carê bêdengiya xwe eşkere dikin lê em ê weke jinên kurd li ser erdnîgariya Sûriyeyê têkoşîna xwe her bilind bikin da ku em nehêlin dewleta tirk carek din pirojeya xwe pêk bîne. Xalîdeyê got ew ê Sûriyeyek nenavendî ava bikin.