Komkujiya Parîsê: Ya hedef hat girtin jiyana rêxistinkirî bû 2023-12-22 09:05:34     Melek Avci   ENQERE - Sala borî li Parîsê siyasetmedara kurd Evîn Goyî hedef hat girtin û hat qetilkirin. Hevseroka AVEG-KON'ê Esra Asiye Guden, da zanîn Evînê ji Şengalê heta Rojava li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn daye, li her derê Kurdistanê di aliyê têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye û got: "Ya hedef hat girtin jiyana rêxistinkirî bû."   Sala borî di 23'yê Kanûnê de êrişa çekdarî li dijî Navenda Çandê ya Kurd û restoranteke kurdan û kuafureke kurdan hat kirin. Tetîkêşê bi navê William M. Adlı (69) ê êriş pêk anî sê kurd qetil kir û sê jî birîndar kir. Endama Konseya Rêveberiya KCK'ê Evîn Goyî (Emine Kara) a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn da û pêşenga jinên kurd, hunermendê kurd Mîr Perwer (M. Şirin Aydin), welatparê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin.    Erdnîgariya Kurdistanê berê Evîna ku bi hezkirin û rêhevaltiya xwe dihat naskirin bi çiya vekiribû. Wê di nava tevgera jinan de roleke sereke girtibû. Evîna bi pêşengiya xwe derketibû pêş di 23'yê Kanûnê de li Parîsê hat qetilkirin. Ev komkujiya wekî komkujiya duyem a Parîsê hat pênasekirin. Têkildarî mijarê Hevseroka AVEG-KON'ê Esra Asiye Guden, pirsên JINNEWS'ê bersivand.    "Bi taybet bi destên mêtingeriya dewletan komkujî tên kirin û bi taybet jinên xwedî mîsyoneke girîng û têkoşînê didin meşandin dikin hedef. Jinên kurd ên tên qetilkirin, di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de û di nava têkoşîna azadiya jinan de cihê xwe girtine."   *Têkoşîna jinên kurd xwe dispêre salên dirêj. Di deh salên dawî de li Kurdistan, Tirkiye û dinyayê ev têkoşîn her diçe mezin dibe, ji aliyekî din jî jinên çalak li Ewropayê dibin hedef. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin ?    Hedefgirtina tevgera jinan û jinên kurd a li Kurdistan û Tirkiyeyê, aliyên rejîma faşîst ê dijminatiya jinan teşhîr dike. Têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bandorê li ser parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê dike. Loma jî ev yek û hedefgirtina jinên kurd bi hev girêdayî ne. Em dizanin ku Nagîhan Akarsel bi qetilkirina xwe ya li Başûrê Kurdistanê bû nemir. Em vê yekê fam dikin ku hedefgirtin û qetilkirina jinan tenê bi Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ne girêdayî ye. Bi her aliyên Kurdistanê û Ewropayê jî girêdayî ye. Li Ewropayê bi heman awayî di 9'ê Çileyê ya 2013'yan de sê jinên kurd hatin qetilkirin. Qetilkirina Evîn Goyî û hevalên mêr ên rêhevalên me jî berhema heman polîtîkayê ye. Ger bala we kişandibe, Bi taybet bi destên mêtingeriya dewletan komkujî tên kirin û bi taybet jinên xwedî mîsyoneke girîng û têkoşînê didin meşandin dikin hedef. Jinên kurd ên tên qetilkirin, di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de û di nava têkoşîna azadiya jinan de cihê xwe girtine. Her jinên hatine qetilkirin di nava tevgerê de xwediyê mîsyoneke girîng bûne. Çimkî her yekê di beşa xwe de kedek mezin daye. Her jineke kurd a ku hatiye hedefgirtin di nava tevgera azadiyan jinan di nava nasnameyeke rêxistinkirî cihê xwe girtine. Ji bo têkoşîna jina azad pêş bixîne bi mîsyona xwe ev têkoşîn mezin kirin. Di nava daxwazên heq, wekhevî û azadiya jinan de bûn. Li dijî mêtingeriyê seknek nîşan dan û bûn hedefa mêtingeran.    “Evîn Goyî nasnameya jinê ye ku bi berxwedan û têkoşîna li dijî mêtingeriyê xwe derxistiye holê ye. Tişta esasî ya tê hedefkirin jiyana ku li dora nasnameya xwe honandiye, ya rêxistinbûyî, têkoşîn û berxwedan e."   * Ji pêşengên têkoşîna jinên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin. Piştî 9 salan vê carê Evîn Goyî bû hedef û qetil kirin. Li gorî we armanca van komkujiyan çi bû?   Weke ku min diyar kir, her yekê ji wan çi li Ewropa, çi li Başûrê Kurdistanê, çi li Tirkiyeyê û çi li Kurdistanê, têkoşîna azadiya jinê pêş xistin, azadiya jinên Kurd misoger kirin. Ji ber vê şêweyê têkoşîna wan bûn hedef. Ji ber ku bi taybetî ger em li jiyana Sakîne Cansiz binerin ew jineke Kurd e ku bi salan e di nava têkoşînê de bû. Nasnameyeke ku piştî derbeya 1980’î ??li dijî faşîzmê, şert û mercên girtîgehê, îşkence, hewldanên asîmîlasyonê û bi giştî hewldanên paşvexistina têkoşînê bûye semboleke girîng a berxwedanê. Sakîne ew jina ku bi salan e têkoşîn domandiye. Dîsa Fîdan Dogan jina ku li Ewropayê mezin bûye û weke şoreşgerek têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji neteweyên cuda re ragihandiye û hewl daye ku hesreta gelê Kurd a ji bo wekhevî û azadiyê ji hemû gelê cîhanê re ragihîne. Xwest bibe deng û nefesa gelê Kurdistanê û xwest vî dengî bigihîne Ewropayê.Her wiha Leyla Şaylemez jineke ku dixwest têkoşîna jinên Kurd di nava ciwanan de berfireh bibe û hewl dide têkoşîna li Ewropayê di nava ciwan û jinên Kurd de bi rêxistin bike. Dema em li Evîn Goyî dinêrin, bi heman rengî di dîroka xwe ya têkoşînê ya 30 salî de li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn daye û ji Şengalê heta Rojava bê navber li qadên cuda û xaka xwe di nava têkoşîna dijwar de cih girtiye. Li Rojava li dijî DAIŞ’ê têkoşîn da û di xebatên gel de cih girt, dema ku behsa tevlîbûna jinan di rêveberiyên li wir û avakirina yekîneyên jinan bê kirin di vê wateyê de Evîn Goyî nasnameya jinê ye ku bi berxwedan û têkoşîna li dijî mêtingeriyê xwe derxistiye holê ye.    “Yek ji sedemên bingehîn ên ku îro li welatên Ewropayê jin bi awayekî azad dirûşma “Jin jiyan azadî” diqîrin ew e ku jiyan û azadiya jinê temînata rizgariya gel û jinên cîhanê ye. Jîna û Evîn ku jinên li welatên cuda ên Rojhilata Navîn hatin qetilkirin, ev dirûşme ji jinan re ragihandin û kirin felsefeya bingehîn a têkoşînê. "Ev ne tenê diruşmek e."   * Têkoşîna jinên Kurd ku di şexsê Evîn Goyî de hatiye hedefgirtin, îro bi felsefeya “Jin jiyan azadî” li hemû cîhanê didome. Hûn dikarin vê hinekî binirxînin?   Em dikarin bi vî rengî bifikirin: Jinên Kurd ji demeke dirêj ve heta îro dirûşma "Jin jiyan azadî" diqîrin. Bi taybetî sala borî li Îranê piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî, ev dirûşim bû dirûşma jinên Rojhilatî û ku Jîna ya jina Kurd a Rojhilatî bû semboleke girîng a têkoşîna li dijî rejîma Melayên Îranê. Piştî ku Jîna ji aliyê melayan ve hat qetilkirin, jinên cîhanê dengê jinên Rojhilat bihîstin û “Jin jiyan azadî” bû dirûşma sereke a gelan û jinên cîhanê. Yek ji sedemên sereke ku îro li welatên Ewropayê jin bi hêsanî dirûşma "Jin jiyan azadî" diqîrin ew e ku jiyan û azadiya jinan misogeriya rizgariya gel û jinên cîhanê ye. Bi taybetî piştî kuştina Jîna, qetilkirina Evîn Goyî û bi hevkariya mêtingeran û hevkar Fransa ve ev dirûşme di nava dengê jinên cîhanê de veguherî qîrînek mezin. Jîna û Evîn ku jinên ji welatên cuda yên Rojhilata Navîn hatin qetilkirin, ev dirûşme ji jinan re ragihandin û ev yek kirin felsefeya bingehîn a têkoşînê.    Bi awayekî xwezayî piştî qetilkirina Evînê jî heman dirûşm, heman felsefeya jiyanê li welatên Ewropayê bû qêrîna hêviyê ya jinên xwecihî. Bingehgiritna vê bêguman kurdbûna Evînê ye, têkoşîna wê, nasnameya wê ya berxwedêr e û ev jî diyarkirina hevkariya qirêj a dewleta Fransa ya bi mêtingerên faşîst a berjewendiyên qirêj ên emperyalîst re, li dijî çeteyên weke DAIŞ’ê, a Tirk e. Ji ber ku îro hem jinên Fransî û hem jî jinên ji herêmên cuda yên Ewropayê dirûşma "Jin jiyan azadî" diqîrin. Ev felsefeya bingehîn ji jinên Kurd derbasî jinên Tirk, jinên Fransî, jinên Elman û jinên Belçîka bû. Ji ber ku jinên Kurd bi taybet piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Rojava û kiryarên wê yên hovane  li ser jinan, pir eşkere ye ku jinên Kurd bi sekn û nasnameya xwe ya têkoşer rê nîşanî jinên cîhanê dane Serpêhatiya bingehîn a her yek ji wan perspektîfa wan a jiyanê ava kiriye.   “Jinan her tim dixwestin bibin guhêrbar û veguherîner. Ew guhertinên di dîroka mirovahiyê de ronî dikin. Ji ber ku jin li dijî sîstemên dewletan li pêş bûn. bi îstîsmar û tundiyê jiyana wan li wan kirin zindan. Ji ber vê jî jin bûn stêrkên ku di her serdemê bibin çirûska berxwedanê.”   * Weke hûn jî dizanin dema em li pêvajoya dîrokî dinêrin, desthilatdarî her tim ji jinan ditirsiyan, her tim jinan hedef girtin, îro jî bi heman rengî hem jinan û hem jî destkeftiyên wan dike hedef. Sedemên bingehîn ên vê tirsê çi ne? Hûn dikarin hem bi giştî hem jî bi taybetî ji bo jinên Kurd binirxînin?   Dema em bi giştî li neteweyên cîhanê dinêrin, dewlet ji berê heta niha her tim ji jinan ditirsin. Gotina "Pêşî li jinan bixin" di bîra me de wekî gotinên efserekî îstîxbarata Îngîlîz hatiye nivîsandin. Lê bi giştî awayê ku jin di têkoşîna civakî de cih girtiye, berxwedaniya wan û rastiya ku bi hezaran sal e bi taybetî di vê serdemê de li derdora sîstemên cuda ji aliyê pergala kapîtalîst ve rastî komkujî, zext, tundî û îstîsmarê hatiye û bû sedem ku jin zêdetir li ber xwe bidin. Bi awayekî xwezayî jinan rêya berxwedanê ya gelekî zêdetir hilbijart û neçar man ku hilbijêrin. Jin di sîstemên cuda de hatin qetilkirin, bi navê sêrbaz û rastî îstîsmarên dijwar hatin. Dema em li 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê dinêrin, tevlîbûna wan weke xwişkên Mîrabal ên li dijî şîdeta zayendî û dewletê, berxwedana 120 jinên ku roja 8'ê Adarê pêk anîne, daxwaza wan a mafên civakî yên wekhev, başkirina şert û mercên jiyanê, kêmkirina demjimêrên dirêj ên xebatê bi tevahî bi vê ve girêdayî ye. Jinan timî dixwestin bibin guhêrbar û veguherîner. Ew guhertinên di dîroka mirovahiyê de ronî dikin. Ji ber ku jin li dijî sîstemên dewletan li pêş bû. Meşên nan û gulan ên jinên Petrokrat ên li Rûsyayê çirûska Şoreşa Rûsyayê vêxist. Li Spanyayê li dijî faşîzmê dest bi berxwedanê kirin. Îstîsmar, tundî û bi awayekî xwezayî jiyana xwe veguherandine zindanan, bûye sedem ku jin bibin stêrkên ku di her serdemê de çirûska yekem vêxist.   "Tevgera jinan a navneteweyî bi mîsyoneke ku her ku diçe zêdetir milîtan dibe û daxwazên dij-kapîtalîst zêdetir digire ber xwe. Tevgera jinên kurd jî ji vê tevgera jinê ya tevayî bêpar nîne û li ser xeteke ku vê têkoşînê berfireh dike û li erdnîgariya xwe pêş dixe bi pêş ve diçe."   Ev çirûsk bû sedem ku jinên kurd di têkoşîna azadiya kurd de bibin stêrk. Ji xwe jinên kurd di nava beşên ku di gelek berxwedanan de li pêş in, herî zêde li ber xwe didin û herî zêde rastî êrişan tên, jinên kurd in. Ev jî xwediyê mîsyoneke dîrokî ye, di salên 1990'î de jinan pêşengiya serhildanên Cûdî û Şirnexê kirin. Dema em li dîroka berxwedana Gelê Kurd dinêrin em vê yekê dibînin. Her wusa, dema ku bahse şerê leşkerî tê kirin, beyî ku li pêy rêbazan raweste ew çek hildide. Ji bo hevserokatiyê jî di nava têkoşîna siyasî de cih girt. Xeta hevserokatiyê di dîrokê de da nivîsandin. Em îro weke jineke tirk dibînin ku parastina darazê ya Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku dîwarên zindanan veguherand xirbe, qêrînek e li dijî desthilatdarên mêr, bi taybet rejîma qesra faşîst a ku Doza Kobanê bi ferasetekê ava kir. Komploya giştî, siyasetmedar girtin û di doza komployê de avêtin girtîgehê. Bi awayekî xwezayî hembêzkirina wê ya têkoşîna jina kurd a weke jineke kirk, naveroka sereke ya parastina wê ya giştî bû.   Eşkere ye ku ev têkoşîna jin û jinên kurd veguheriye serhildaneke navneteweyî û êrişên dewletan ên li dijî wê pir dijwar in. Tevgera jinan a navneteweyî bi mîsyoneke ku her ku diçe zêdetir milîtan dibe û daxwazên dij-kapîtalîst zêdetir digire ber xwe. Tevgera jinên kurd jî ji vê tevgera jinê ya tevayî bêpar nîne û li ser xeteke ku vê têkoşînê berfireh dike û li erdnîgariya xwe pêş dixe bi pêş ve diçe. Ji ber vê yekê jin dibin hedef. Ji ber ku di têkoşîna navneteweyî û têkoşîna Gelê Kurd de beşa herî dînamîk pêk tînin. Bi daxwazên xwe qesrên desthilatdariya mêr lêdixin û hewl didin wan tine bikin. Bi awayekî xwezayî pergala kapîtalîst a serdest a mêr wê dike hedef.    Di dawiyê de ez dixwazim diyar bikim ku di 23'yê Kanûnê de bi pêşengiya Evîn Goyî ji bo salvegera komkujiyên Kanûnê dê meşek bê lidarxistin. Em hemû jinên li Ewropayê vedixwînin vê meşa ku wê li Gar de Lyon a Parîsê bê lidarxistin. Her wiha dibe ku xwedî li têkoşîna xwe ya azadiyê derkevin û ji qetlîamên dewletê û yên kolonyal ên li ser jinan li kolanan re bêjin na. Dîsa di 6'ê Çile de ji bo protestokirina her du komkujiyan wê mîtîngeke mezin a navneteweyî bê organîzekirin. Her wiha bang li hemû êrişên dagirkeriyê dikim. Her ku jin ji bo azadiya xwe têbikoşin wê ev têkoşîn mezin bibe.