Çalakvanên Nobeta Edaletê: Rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe 2023-12-22 09:04:50     Rojda Aydin    WAN - Dayikên ku tevlî çalakiya Nobeta Edaletê ya Wanê bûne, destnîşan kirin ku daxwaza wan a sereke rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û gotin rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Dayikan, bang li gelên cîhanê kirin ku deng û daxwazên girtiyan bibihîzin.   Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û 33 meh in agahî jê nayê girtin, li Kurdistan û Tirkiyeyê hem li derve û hem jî di girtîhan de çalakî hatin destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de girtiyan li girtîgehan di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dan destpêkirin û di roja 25’emîn de berdewam dike. Di heman demê de li derve jî bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê jî di heman çarçoveyê de Nobetên Edaletê hatin destpêkirin. Çalakî bi biryariyek mezin bê navber didome.   Dayikên çalakvan ên ku li Wanê di nobetê de ne axivîn û bang li hemû cîhanê kirin ku daxwaz û dengê girtiyan bibihîzin.   Di 8 salan de carekê tenê kurê xwe dîtiye   Dayika bi navê Fehîme Acar ku kurê wê Nacî Acar ê ku di Girtîgeha Girtî ya Oltû ya Erziromê de girtî ye û 8 sal in di girtîgehê de ye, di 8 salan de carekê tenê kurê xwe dîtiye. Fehîmeyê, anî ziman ku kurê wê bi nexweşiyên astim, kolesterol, şekir e û wiha got: “Nigê wî seqet e. Di girtîgehê de destên wî şîn dibin. Destpêkê 10 sal ceza lê birîn. Piştre dewletê dosyeya wî xira kir û 30 sal ceza lê birî. Kurê min birîndar hat girtin. Mehekê di Girtîgeha Wanê de ma û piştre sirgûnê Girtîgeha Oltûyê kirin. Ev 8 sal in kurê min girtiye, lê belê min bi tenê carekê dîtiye. Rê dûr e û derfet nîne ez biçim wî bibînim.”   ‘Rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe’   Fehîmeyê, bertek nîşanê zextên li ser girtîgehan da û got bila êdî ev zilma li ser girtîgehan bi dawî bibe û girtî bên berdan. Fehîmeyê, destnîşan kir ku daxwaza wan jiyanek azad e û wiha domand: “Bila êdî hemû kurd rabin ser piyan. Bila hemû kes destên xwe bide ser wîjdanê xwe û bibe dengê girtiyan. Em vê zilmê naxwazin. Bi taybetî jî divê demildest ev tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Bila tecrîd rabe û ew jî bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Ger ku tecrîda li Îmraliyê rabe dê tecrîda li ser hemû girtîgehan jî rabe. Em jî azadiyê dixwazin. Em vê bêdengiya li derve qebûl nakin û naxwazin. Divê ev bêdengî bê bidawîkirin. Pêwîst e hemû kes ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe ser piyan. Bila Birêz Ocalan û hemû girtiyên me demildest bên berdan. Ji ber vê tecrîdê îro zarokên me di girtîgehan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Divê hemû kes bibin dengê girtiyan da ku daxwazên wan pêk bên. Ev berpirsyarî li ser milê hemû kesan e, ne bi tenê li ser milên malbatên girtiyan e. Ji ber vê yekê divê hemû kes ji malên xwe derbikeve û rabe ser piyan. Ji ber vê yekê bila gelê me hemû bê li vê derê tevlî nobetê bibe. Em daxwaza girtiyên xwe mezin bikin. Em zarokên xwe bi tenê nehêlin. Bila daxwaza girtiyan pêk bê, tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Ger ku Serok azad be dê hem girtiyên me û hem jî hemû gel dê azad bibe.”   ‘Bila hemû cihan dengê girtiyan bibihîze’   Sosin Oktay jî ku 27 sal in birayê wê girtiye, destnîşan kir ku çawa heta tav derneyê mirov nikare germ bibe, heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî azad nebe hemû girtî û Gelê Kurd jî azad nabin. Sosinê, bi bîr xist ku 33 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha pê de çû: “Li dijî vê tecrîdê niha girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Ew girtî hemû girtiyên me ne. Hemû jî ji ber vê rêyê bedelan didin. Divê em xwedî li girtiyan derbikevin û em pişta xwe ji wan nezivirînin. Êş û jana hemû dayikan yek e. Ji ber vê jî bila hemû dayik piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Banga me ne bi tenê ji gelê Tirkiyeyê re ye, her wiha li hemû cihanê ye. Wekî hemû gelan zimanê me jî heye û em jî xwedî nasnameyekê ne. Lewma jî bila hemû cîhan deng û daxwazên girtiyan bibihîze da ku Tirkiye pêywira xwe pêk bîne. Em kurd li hember zilmê serî natewînin, em zêdetir dibin. Bila Gelê Kurd û gelên dinê li dijî vê tecrîdê dest bidin destên hevdû. Em ne bê hêvî ne, hêviya me heye û dê teqez ev tecrît bi dawî bibe.”     ‘Daxwaza me ya sereke rakirina tecrîdê ye’   Arzû Cîntan jî ku birayê wê Îlhan Talay ê ku 10 sal ceza lê hatiye birîn, 7 sal in girtî ye û du sal in li Girtîgeha Girtî ya Tokatê de ye, da zanîn daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Arzû, bi lêv kir ku girtî ketine greva birçîbûnê û diyar kir ku ew dixwazin tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan demildest bê rakirin. Arzû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ewilî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û piştre ya li ser Gelê Kurd. Di girtîgehan de girtiyên me dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Em jî li vir hem daxwaza rakirina tecrîdê dikin û hem jî piştevaniya girtiyên xwe dikin. Em dixwazin hemû dayik û gelê me bên vê derê û tevlî vê çalakiyê bibin. Birayê min niha di Girtîgeha Tokatê de ye. Rewşa wan niha li wir krîtîk e. Ji bo piştevaniya daxwaza girtiyên xwe bikin divê hemû kes bên vê derê. Bi taybetî divê hemû dayik bên tevlî vê çalakiyê bibin û piştevaniya vê çalakiyê bikin. Daxwaza me ya sereke ew e ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.”