ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2023'YAN 2023-12-22 09:00:00     * Dayikên ku tevlî çalakiya Nobeta Edaletê ya Wanê bûne, destnîşan kirin ku daxwaza wan a sereke rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û gotin rêya azadiyê ji Îmraliyê derbas dibe. Dayikan, bang li gelên cîhanê kirin ku deng û daxwazên girtiyan bibihîzin. DÎMEN HEYE   * Feraseta ku baskên zanistî vediguherin pîşeyê çavkaniya pirsgirêkên ekolojîk in jî. Parçekirina çavkaniyên xweza û civakê, girêdayê vê rastiyê ye. Qutkirina zanistê ya ji civakê, bi taybet jî ji jinê di heman demê de tê wateya qutbûna ji jiyan û derdorê. Di heman demê de qutbûna ji hişê analitik û hişê hestiyariyê. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan geşedanên girîng ên li Kurdistanê tên jiyîn, pirsgirêk û riyên çarseriyê û piştgiriya Şoreşa Kurdistanê ya ji bo gerdunê di pirtûka xwe ya "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk- Parastina Kurdên di bin lepê Qirkirinê de" digire dest. DOSYA    *Sala borî li Parîsê siyasetmedara kurd Evîn Goyî hedef hat girtin û hat qetilkirin. Hevseroka AVEG-KON'ê Esra Asiye Guden, da zanîn Evînê ji Şengalê heta Rojava li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn daye, li her derê Kurdistanê di aliyê têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye û got: "Ya hedef hat girtin jiyana rêxistinkirî bû." BI DÎMEN    *Li Kurdistan û Tirkiyeyê sûcên şer û qirkirina ekololojiyê giran bûn û di 2023’yan de têkoşîna hevpar ferz bû. BI DÎMEN