Grevên birçîbûnê yên li Tebqa û Hesekê bi dawî bûn 2023-12-21 21:51:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên li Tebqa û Hesekê ya ji bo piştgiriya berxwedana girtîgehan a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi dawî bûn.   Çalakiya greva birçîbûnê ku Înisiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê, Dayikên Aştiyê û  gelê Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan duh li Goristana Şehîdan a Tebqayê lidarxistibûn, bi dawî bû.   Di roja duyemîn a çalakiyê de bi dehan gelê Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspî, şêxên eşîran û meclisên sivîl berê xwe da konê çalakiyê.   Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hate pêşandan. Piştre çalakî bi encamnameyekê bi dawî bû. Encamname ji aliyê endama Înisiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Riyad El Walî ve hate xwendin.Di daxuyaniyê de hate destnîşakirin ku berxwedana bi hezaran girtiyên ku di girtîgehên Tirkiyeyê raber dikin û derbasî roja xwe ya 24′an berxwedaneke bêhempa ye.   Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rastî û cewhera gelan derket holê.   Hesekê   Gelê Hesekê bang li tevahî gelan kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi riya rêxistinkirina çalakî û pêngavan têkoşînê bilind bikin.   Di çalakiya roja duyemîn de bi sedan kes, endamên saziyên sivîl û leşkerî, TEV-DEM′ê, endamên saziyên sivîl ên li navçeyên başûr û bakur ên bajêr beşdar bûn. Çalakî bi daxuyaniyekê ji aliyê hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM′ê Ferhan Dawud ve bi dawî bû.   Di daxuyaniyê de hate gotin ji dema komploya navneteweyî li dijî Abdullah Ocalan pêk hatiye.   Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku tecrîda li dijî Abdullah Ocalan, qedexeya hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re li cem gelên li 4 parçeyên Kurdistanê metirsiyan çêdike.