Li Amedê li dibistanekê xwendekar jehrî bûn 2023-12-21 19:48:29   AMED - Li navçeya Rezan a Amedê li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp ya Çelebî Eserê di çarçoveya ‘Hefteya Xurekên Herêmî’ de bernameyek pêk hat û hat hînbûn ku di bernameyê de gelek xwendekar ji ber xurekan jehrî bûne.    Li navçeya Rezan a Amedê li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp ya Çelebî Eserê di çarçoveya ‘Hefteya Xurekên Herêmî’ de bernameyek pêk hat. Xwendekar ji ber xurekên di bernameyê de xwarin ser û zikê wan êşiya.   Li ser rewşa hat jiyîn agahî dan navenda Lezîn a 112’an û ambulans hatin dibistanê. Hat hînbûn ku bi gumana ku xurekan zarok jehrî kirine kontrola wan hatiye kirin.