Jinên Farqînê serdana Nobeta Edaletê kirin 2023-12-21 16:02:59     AMED - Nobeta Edaletê ya ku li Amedê hatî destpêkirin di roja 18'emîn de berdewam dike. Îro ji Farqînê jinan serdana çalakiyê kirin û banga bi dawîkirina tecrîdê kirin.    Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên li girtîgehan di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî"de  dewam dikin, Nobeda Edaletê ya ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û malbatên girtiyan li Amedê hat destpêkirin di roja 18'emîn de dewam kir. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê didome bi serdanan didome.    Îro li Farqînê jinan bi girseyî serdana Nobeda Edaletê kirin. Jinên ku pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" nivîs li xwe kirin û li ber derî jinan pêşwazî kirin.    Lahîhel Arşîmet a ku ji Farqînê hatî di serdanê de axivî û diyar kir ku ji bo aştiyê hatine û got: "Bila êdî tu dayik rondîkan nebarînin. Heke tecrîd bidome dê zextên li hemberî gel jî dê bidome. Ji ber vê sedemê jî divê tecrîd bê bidawîkirin. Em bang li hemû dayikan dikin bila bên piştevaniya çalakiyê bikin û em bi hev re vê tecrîdê bişkênin."   Çalakî bi gotina stran û dirûşmeyan didome.