'Bi hatina qeyûman re ji jinan re qad nema' 2023-12-21 09:02:44     Pelşîn Çetînkaya   AMED - Jinên Amedî diyar kirin ku qeyûmên ji aliyê dewletê ve tayînî şaredariyên ku gel bi îradeya xwe bi dest xistine hatin kirin, sazî û komeleyên jinan ên li bajêr girtin û diyar kirin ku van qeyûman ji jinan re qad nehiştine.   Ji 19’ê Tebaxa 2019’an ve hikûmetê dest bi tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de bi îradeya xwe gel bi dest xistibûn, kir. Hema bêje li hemû şaredariyên ku qeyûm hatin tayînkirin, saziyên jinan, daîreyên jinan û midûriyetên jinan, saziyên çand û ciwanan hatin girtin. Di encama tengkirina qadên jinan de pirsgirêkên jinan li bajaran zêde bûn.  Herwiha qadên civakî jî li jinan hatin tengkirin û hel hat dayîn ku jin di malan de bên hepiskirin.    Jinên Amedî diyar kirin ku piştî tayînkirina Kayyûman pirsgirêkên jinan li cihên lê dijîn zêde bûne û li ser çareserkirina van pirsgirêkan axivîn.     'Divê karekî jinan ê daîmî hebe'   Aynur Aktar a li navçeya Bismilê dimîne, diyar kir ku jin û zarok mexdûr in û got ku jin li Bismilê ji bo xebatê dikarin biçin çinîna pembû û eşêfê(çapa). Aynurê diyar kir ku zarok jî ji ber vê rewşê mexdûr bûne û wiha got: “Karê pembû û eşêfê ne karekî mayînde û asayî ye. Ji ber vê jin nikarin bi zarokên xwe re demê derbas bikin û li wan xwedî derkevin. Li gorî min eger li navçeyê cihên weke kooperatîfan bên vekirin û jin di kooperatîfan de bixebitin dê baştir be. Bi vî awayî jinên kedkar dê karibin ji zarokên xwe re jî dem veqetînin."    'Dewlet bingeha tundiyê ava dike'   Aynurê, anî ziman ku beriya qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin rewşa bajêr gelekî cuda bû û wiha got: “Dema şaredarî di destê me de bûn navendên jinan hebûn. Dema ji jinan re pirsgirêk dihatin derxistin, dihatin navenda jinan. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin navenda jinan hat girtin û cihekî ku jin serî lê bidin nema. Ji ber vê yekê  herî zêde jin ji tayînkirina qeyûman bibandor bûn.” Aynurê, anî ziman ku jinên tundî li wan tê kirin, tenê diçin cihê eleqedar, ji ber vê tu kes bi tundiya li wan tê kirin hay nabe û got, “Lê dema me sazî û navendên me hebûn, her kesî dizanibû ku li jinan tundî tê kirin. Piştî ku qeyûm hatin şaredariyên me, li bajarê me tundî zêde bû. Ev bûyerên tundiyê bingeha xwe ji polîtîkayên dewletê digirin û dewlet bingeha tundiyê ava dike."   'Jin mecbûrî karê rojane tên kirin'   Emîne Caynak, diyar kir ku jin li Amedê krîzeke aborî ya giran dijîn û diyar kir ku jin di warê debara xwe û malbata xwe de xwedî pirsgirêkên mezin in. Emîneyê destnîşan kir ku piraniya van pirsgirêkan bi taybet li Kurdistanê  tên jiyîn û diyar kir ku  li jinan gelek carang êrîş û zext tên kirin. Emîneyê bal kişand ku tu cihekî ku jin bi awayekî sîstematîk lê bixebitin tune ye û wiha got: “Jinên kedkar rojekê di karekî de dixebitin û roja din di karekî din de dixebitin. Jin bi xebata rojane hewl didin debara xwe bikin. Jin tenê havînê dikarin bixebitin. "Ew hewl didin bi vî awayî bijîn, lê ger sîstemek cuda ya xebatê hebûya, dê rewş cûda bûya."   Emîneyê anî ziman ku dewlet di bin navê olê de îstismar dike û got ku desthilatdarî bi rêya jinan hewl dide hebûna xwe bidomîne. Emîneyê  diyar kir ku li cihê lê dijîn fuhûş zêde dibe û destnîşan kir ku ev yek ji aliyê hêzên dewletê ve bi zanebûn tê kirin.   'Jin ne azad in'   Muazzez Korhan jî anî ziman ku divê jin di her qadê de azad bibin û diyar kir ku cihê ku bi awayekî azad jin bikaribin xwe lê îfade bikin tune ye. Muazzezê diyar kir ku li jinê tundî tê kirin û jin tên qetilkirin. Muazzezê herî dawî anî ziman ku divê di zûtirîn demê de qirkirina jinan û tundiya li wan tê kirin bê rawestandin.