Li Mêrsîn û Edenê berxwedana xizmên girtiyan 2023-12-20 16:21:40     MÊRSÎN /EDENE - Nobeda Edaletê li ku li Mêrsîn û Edenê hatibû destpêkirin bi serdanên girseyî dewam dike.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) daye destpêkirin di roja 17'an de berdewam dike. Îro Dayikên Aştiyê, rêxistina bajêr ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrsînê, çû serdana çalakgerên nobetê. Li avahiyê komeleya nobet lê tê girtin de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedanan zîndanan”, “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    Serokê TUAY-DER’ê Ergîn Altûntaş di çalakiyê de axivî û anî ziman ku zextên li ser girtiyên ketine grevên birçîbûnê, zêde bûne û da zanîn ku odeyên bisunger li girtiyan ferz dikin. Ergîn diyar kir ku tu girtiyên siyasî paş de gav navêjin û dê têkoşîna dayikan jî  berdewam bike.   Edene   Çalakiya Nobeta Edalatê ya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 16'an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî çûn serdana çalakiya nobetê.     Dayika Aştiyê Refîka Akin anî ziman ku tevî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ew jî di bin tecrîdê de tên ragirtin û anî ziman tekane daxwaza wan pakanîna azadiya Ocalan û anîna aştiyê yê. Refîkayê bilêv kir ku ew ji ber kurd in, bi salan e  zext û îşkence li wan tê kir û diyar kir ku ew ê heta aştî pêk bê têbikoşin.