Ji Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê banga hestiyariyê 2023-12-20 15:21:06     MÊRSÎN - Derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome de, Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê bang li saziyên rayedar kir ku tecrîd derveyî hiqûqê ye û gotin: "Divê Wezareta Dadê û saziyên berpirsyar demildest bikevin nav liv û tevgerê.”   Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mersînê ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) di nav de ne, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome li avahiya Şaxa ÎHD’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em naxwazin mirinan temaşe bikin” hate vekirin. Gelek nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê ve Bekir Sitki Keçecî ve hate xwendin.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û pirsgirêka kurd bi çareseriyeke demokratîk were çareserkirin, gihişt roja 24’emîn. Tecrîda li Îmraliyê tê domandin, derveyî Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Desthilat di halê hazir de ji bo daxwazên girtiyan bîne cih, tu gav neavêtine. Em wek saziyên sivîl ên parastina maf û pîşeyî, di serî de dixwazin mafê tenduristî û jiyanê yên girtiyên ketine grevên birçîbûnê werin parastin hemû rayedar divê bi hestiyarî tevbigerin.   Ji bo ku xesarên mayînde li mejiyê girtiyan çênebin û çalakî bi mirinan encam nebin, pêdiviyên girtiyan ên hewce divê werin dayîn. Dema ku ev pêdiviyên hewcehî bi wan hene hatin kêmkirin, dê wekî salên derbasbûyî di mejiyê girtiyan de xesarên mayînde çêbin û herwiha dê çalakî bi mirinan bi encam bibin. Ji encamên ku mafê tenduristî û jiyanê binpêkirinê dê desthilata siyasî berpirsyar bibe. Ji ber vê yekê divê Wezareta Dadê û saziyên berpirsyar demildest bikevin nav liv û tevgerê.”