Ji girtiyên jin peyama sersalê: Sala 2024'an dê bibe sala azadiyê 2023-12-20 09:32:38     STENBOL - Jinên girtî ku ji Girtîgeha Bakirkoyê peyama serê salê şandin gotin: "Ji bo azadiya fizîkî ya Serokê xwe me dest bi çalakiyan kir. Serokatî rûmeta me ye. Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derkevin. Dê sala 2014'an bibe sala azadiya gelan. Em sersala Serok û gelê xwe pîroz dikin."   33 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê 24 roj in didome. Her wiha ji bo piştevaniya kampanyayê li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mêrsînê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê hatin destpêkirin.    Jinên girtî ku ji Girtîgeha Bakirkoyê derbarê çalakiya greva birçîbûn û sersalê de peyam şandin.    Peyama ku ji girtiyan hatî wiha ye:    "Em wek girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên Bakirkoyê ji 17’ê Mijdarê pê ve di greva birçîbunê de ne. Di serî de Reber Apo, gele me yê berxwedêr û çalak, her wiha berxwedana gerila û tevahî hevalên di zindanan de silav dikin. Di şexsê serokatiyê de dixwazin bi tecrîda giran Gelê Kurd û destkeftiyên Tevgera Azadiyê tune bikin. Em bawerin ku çalakiyên li zindanan, li çiyê û gelê me dê vê tecrîdê bişkîne. Gelê me jî dizane ku Serokatî rûmeta me ya herî mezin e. Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derbikevin.    Îro dewleta dagirker AKP û MHP bi tecrîdê ve dixwaze di serî de Gelê Kurd û Gelên Ereb, Ermenî, Suryanî û elewî û hwd tune bihesibîne û mafê wan yê herî rewa jî ji deste wan bigire. Ev tecrîda li ser Gava Îmraliyê tecrîdekî li ser tevahiya hebûna gelan e. Li hemberî vê tecrîdê berxwedayîn tê wateya xwe û li tevahiya mirovahiyê xwedî derketin. Ji ber vê em tecrîdê şermezar dikin. Em hêza xwe ya berxwedanê ji Serokatiyê digirin. Tu hêz û kirinên dewleta Tirk û faşist nikare vê berxwedana me bişkine. Tevahî çalakiyên ku ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin em silav dikin. Em hêvî û bawerin ku sala 2024’an dê bibe sala azadiya gelan û serketina berxwedanê. Em sala nû li Serokatî û tevahiya gele xwe pîroz dikin.    Em ê bi ruhê Apoyî serbikevin. Bijî Serok Apo, An azadî an azadî."