Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24'an de ye 2023-12-20 09:30:02     HABER MERKEZİ - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” dabûn destpêkirin di roja 24’an de berdewam dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, di roja 24'an de berdewam dike.   Girtiyan çalakiya xwe di 27'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin.