ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-20 09:00:00     * Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn, derbarê polîtîkayên şerê taybet a li hemberî cenazeyan de axivî û got: "Di salên dawiyê de cenazeyan bi kargoyan teslîmê malbatan dikin. Jiyana me, rondikên me, dilê me, rûmeta me û her tiştê me di wan qutiyê de ne. Ji bo wan biçûk e lê di wan kutiyan de cîhanek heye. Em ê xwedî li wan cenazeyan derkevin." BI DÎMEN    * Serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo hilbijartinên herêmî didomin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Garip Yeşil, da zanîn ew bi awayekî bi xwe bawer ber bi hilbijartinan ve diherin û gotin ew ê bajaran ji nû ve ava bikin. BI DÎMEN    *Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Hêlîn Koçak ku ji bo kongreya ku dê di 24'ê Kanûnê ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyaê ve bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir got, "Em li vir in, em ê ciwan çerxên vê pergalê bişkînin." DÎMEN HEYE   * Desthilatdariya ku bi polîtîkayên bişaftinê çanda kurdewar tune dike, li pişt camekanan jî wekî “xemlekî” pêşkeşî civakê dikin. Mûzexaneye Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê mînakek e û dixwazin çanda kurdewar li pişt camekanan bihêlin. BI DÎMEN    * DEM Partî ji bo bi awayekî xurt biçe hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de seranserê sala 2023’yan komxebat û konferans pêk anî û peyama wê nûneriya jinan mezin bikin û tişên aydê gel radestê gel bikin dan. PANORAMA    * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya ‘sosyolojiya azadiyê’ de meşa civakî û dîrokî ya di pergala şaristaniya demokratîk de zêde azad dibe, jiyana di hîmên rast de çawa xweşik û baş tê jiyîn nîşan dide.  DOSYA    *Jinên girtî ku ji gitîgehê peyama serê salê şandin gotin, "Ji bo azadiya fizîkî ya Serokê xwe me dest bi çalakiyan kir. Serokatî rûmeta me ye. Em ê heta dawî li rûmeta xwe xwedî derkevin. Dê sala 2014'an bibe sala azadiya gelan. Em sersala Serok û gelê xwe pîroz dikin."