Li Parîsê ji bo meşa 23’yê Kanûnê serdana esnaf û malbatan kirin 2023-12-19 14:41:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya komkujiya ku 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê pêk hatî, wê çalakî werin lidarxistin. Endamên TEV-ÇAND Parîsê û Meclîsa Gel a Drancy serdana malbat û esnafan kirin da ku tevlî çalakiyan bibin.   23’yê Kanûna 2023’yan li paytexta Fransa Parîsê ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin. Bi wesîleya salvegera komkujiyê wê meşeke navendî were kirin. Ji bo tevlîbûna meşê serdana esnaf û malbatan hate kirin.