Ji Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan civîna salane 2023-12-18 20:07:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan û Xizmetguzariya Giştî ya kantona Dêrazorê li herêma 7 Kîlo civîna xwe ya salane li dar xist.   Nivîsgeha Jinan a Desteya Şaredariyan û Xizmetguzariya Giştî ya kantona Dêrazorê bi beşdariya endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Desteya Şaredariyan û Xizmeguzariyê ya Dêrazorê, Yekitiya Jinên Ciwan, Komîteya Jinan a Dêrazorê û saziyên sivîl a kantonê, civîna xwe ya salane li dar xist.   Destpêka civînê, hevseroka Desteya Xizmetguzariyê Hîba El Zari axivî û behsa rewşa siyasî ya jinan û geşedanên dawîn li Dêrazorê kir.   Dûre behsa rewşa rêxistinê ya nivîsgehê û astengî û zehmetiyên li pêşiya endamên nivîsgehê derketine kir. Hîba îşaret pê kir ku nîvisgehê 2 proje ji bo peydakirina ava vexwarinê ji malbatên xizan re pêk aniye û şitilgehek vekiriye.   Piştî wê, sînevizyonek têkildarî kar û xebatên 2023`yan hate pêşandan. Di civînê de, beşdaran nêrînên xwe girêdayî astengî û zehmetiyên li pêşiya wan derdikevin, parve kirin.   Dawiya civînê, gelek pêşniyar hatin kirin jê: vekirina sindoqa hevgirtinê, xurtkirina jinan di aliyê siyasî û rêveberî de, çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya endaman derdikevin, lidarxistina civîna mehane ya şaredariyan, vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo her şaredareyekê.