TJK-E'yê ji bo çalakiyên 23'yê Kanûnê banga tevlîbûnê kir 2023-12-18 11:43:16   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê ji bo çalakiyên 23'yê Kanûnê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma 'ji sala 2013'an heta 2024'an Parîs di tarîtiyê de ye, edalet li ku ye' tên lidarxistin.   Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û got, "Ji hevrêyên destpêkê yên Rêberê me, ji damezrînerên PKK'ê, ji pêşengên Tevgera Jinê ya Kurd Sara (Sakîne Cansiz), wergêra têkoşîna gelekî înkarkirî, rûyê cîhanê yê vî gelî Rojbîn (Fîdan Dogan) û milîtana tevgereke ku timî ciwan maye Ronahî (Leyla Şaylemez) beriya 11 salan hatin qetilkirin. Hîn hêrsa me teze bû, soza me ya hesabpirsînê hebû, beriya bi salekê dîsa li Parîsê ji pêşengên Tevgera Jinên kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê me yê hêja Abdûrrahman Kizil li Parîsê hatin qetilkirin."   Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dem, cihê her du komkujiyan, her wiha profîla kujeran, nûnertiya hevalên me yên bûn hedef, her wiha hejmara wan nîşan didin ku ku kiryarê van komkujiyan dewleta Tirk e. Çawa ku di sala 2013'an de 3 pêşengên Tevgera Jinê û Azadiyê ya Kurd, di şexsê wan de jî xet û îdeolojiya azadiyê ya jinê hate hedegirtin, di 23'ê Kanûna 2022'an de jî ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd hevala me Evîn Goyî hate qetilkirin. Di demekê de ku dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' navneteweyî bûbû, êrîş li evîndara azadiyê Evîn Goyî hate kirin ku canê xwe li dijî tarîtiya DAÎŞ'ê kiribû çeper û ev dirûşm gihand jinên cîhanê. Mîna Sara, Rojbîn, Ronahî; Sêvê, Fatma, Pakîze; Hevrîn Xelef û Nagîhan Akarsel. Çawa ku di sala 2013'an de di şexsê Rojbîn de dîplomasiya Kurd, di şexsê Ronahî de ciwantiya herî dînamîk a civakê bûne hedef, di sala 2022'an de jî bi qetilkirina Mîr Perwer êrîş li çand û hunera Kurd hate kirin. Bi êrîşa li dijî Abdûrrahman Kizil êrîş li hemberî civakîbûn, welatparêziya Kurdistanê hate kirin ku vê têkoşînê li ser piyan dihêle."   Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew bi dewama komployeke dîrokî re rû bi rû ne û hate gotin, "Di komkujiya yekemîn a Parîsê de raya giştî ya Kurd hemû delîl pêşkêşî dadgeriya Fransayê kir û nîşan da ku komkujî bi organîzeya MÎT'ê hatiye kirin û kiryar jî dewleta Tirk bi xwe ye. Ya ku dibû para dewleta Fransayê ew bû ku li gorî nirxên xwe helwestê nîşan bide, rastiyan bi raya giştî re eşkere bike, dewleta Tirk darizîne. Li şûna ku vê bike bi gotina 'sira dewletê' ye 10 sal in daxwaza edaletê ya gelê Kurd ji nedîtî ve hat û bû sedema rûdana komkujiyeke nû.   Di salvegera yekemîn a qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil de heman helwest tê nîşandan. Ji wê jî wêdetir dosya komkujiyê nexist ber çarçoveya kuştina siyasî, weke êrîşeke şexsî ya Fransiyekî nexweş û nijadperest nîşan da. Kujer mîna yê destpêkê bi taybetî hatiye hilbijartin û têkiliyên xwe yên navneteweyî divê bê ronîkirin. bi gotina 'sira dewletê ye' tişta ku tê nixumandin têkiliyên berjewendiyan ên navbera dewletan e. Lewma divê dewlet û dadgeriya Fransayê tavilê perdeya 'sira dewletê' ya li ser komkujiya destpêkê ya Parîsê rake û dosya komkujiya duyemîn a Parîsê jî weke kuştineke siyasî pênase bike û radestî dozgeriya antîterorê bike.   11 salan em timî li qadan bûn. Di dîroka kuştinên siyasî yên Fransayê de têkoşîna me gaveke nû bû. Bi rengekî ku di ti doza kuştina siyasî de nehatiye dîtin, bi qasî sedemên xwe encamên xwe jî civakî bû, bû malê raya giştî. Bi komkujiya duyemîn a Parîsê re hêrsa me hîn mezin bû."   Çalakiyên hesabpirsînê   Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di salvegera yekemîn a şehadeta hersê şoreşger, hunermend û welatparêzê Kurd de ew ê bi heman biryardariyê li qadan bin û hate gotin, "Di 23'ê Kanûnê de di serî de li Parîsê em ê li her welatekî Ewropayê ku em lê bi rêxistin in bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi dirûşma 'Ji sala 2013'an heta 2024'an Parîs tarî ye, edalet li ku ye' çalakiyên bîranînê û hesabpirsînê lidar bixin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê nîşan bidin ku dewleta Tirk wê ji siyaseta qirkirinê nikaribe encamê bi dest bixe, jin û gelê Kurd wê ji sekna xwe ti carî tawîzê nedin."   Di dawiya daxuyaniyê de soza hesabpirsîna qetilkirina ji Sarayan heta Evînan hate dubarekirin û hate gotin, "Tolhildana me wê Şoreşa Jinê be." Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna çalakiyan li gel û jinên Kurd, dostan, rêxistinên jinan ên di lêgerîna azadiyê de ne, kesayetan û hawirdorparêzan hate kirin.   Bernameya Çalakiyan    Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan bi vî rengî ye:   "22'ê Kanûna 2023'an   Elmanya   Stuttgart Saet: 16.00 Cih: Königstraße   23'ê Kanûna 2023'an   Fransa   Paris Saet: 11.00 Yer:Gare du Nord   Marsilya Saet: 13.00 Cih: Canebiére   Toulouse Saet: 15.00 Cih: Jean Jourés metrosu   Strassburg Saet: 13.00 Cih: Place de la Gare   Elmanya   Frankfurt Saet: 14.00 Cih: Frankfurt HBF   Düsseldorf Saet: 13.00 Cih: DGB Haus   Hannover Saet: 14:00 Cih: Hannover HBF   Hamburg Saet: 13.00 Cih: Sternschanze/ Rote Flora   Darmstadt Saet: 14.00 Cih: Luisenplatz   Saarbrücken Saet: 15.30 Cih: Europa Galarie   Swîsre   Navenda Zurichê Saet: 13.00 Cih: Turbinenplatz 13   Hollanda   Amsterdam Saet: 12.30 Cih: Leidseplein   Belçîka   Brüksel Saet:13.00 Cih: Gare Centrale   Awûstûrya   Viyana Saet: 15.00 Cih: Schwarzenberg Platz."