Çalakiya girtiyan di roja 21'ê de ye 2023-12-17 09:40:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li girtîgehan a bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" di roja 21'ê de ye.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 21'ê de dewam dike.   Girtiyan di 27’ê Mijdarê de bi armanca tevlîbûna pêngava bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî ” ku di meha 3'yan de dewam dike dest bi greva birçîbûnê kiribûn.