ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-17 09:00:00     * Parêzer Jiyan Ozkaplan a ku bi binasebeta Hefteya Mafê Mirovan de axivî, anî ziman ku li Tirkiyeyê yek jî mijarên herî girîng tecrît e û bi lêv kir ku tecrît jî parçeyek binpêkirina mafên mirovan e. Jiyan, destnîşan kir ku heta tecrît neyê şikandin jiyanek aştiyane û bi rûmet ne pêkan e. BI DÎMEN    * Jinên başûrê Kurdistanê, Şengalê û Mexmûrê di sala 2023'yan de li dijî polîtîkayên ku dibin sedema qeyranên siyasî, ewlehî, aborî û civakî li qadan di bin dirûşma "Jin jiyan azadî" de civiyan û tevahiya salê bi berxwedanê derbas kirin. PANORAMA   *Girtiya bi navê Leyla Atabay a ku 27 sal in di girtîgehê de ye, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiriye. Dayika wê Eynê Atabay jî bi heman daxwazê li Wanê di çalakiya Nobeta Edaletê de cih digire. Keça wê di girtîgehê de û ew bi xwe di nobetê de li ber xwe didin. BI DÎMEN    *Rêberê PKK’ê Abdullah  Ocalan di parêznameya xwe ya ‘parastina gelekî’ de pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tên jiyîn dinirxîne û pêşniyarên çareseriyê û darizandin divê çawa bin datîne holê.