Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir 2023-12-16 20:44:23   AMED - Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê piştî 4 salan car din hat lidarxistin. Pêşangeh di roja ewil de rastî eleqeyeke mezin hat.    Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamayayê ku bi organîzasyona Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Eylul Fuarcilikê dest pê kir. Pêşangeh ku piştî 4 salan hat lidarxistin dê heya 24'ê Kanûnê bidome. Navnîşana fûarê Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Mezopotamyayê ye.    Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, nivîskar Murathan Mungan, Serokê Meclisê yê heyama 22'yan Bulent Arinç û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli merasîma vekirina fuarê bûn.    Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya ku di vekirinê de axivî, anî ziman ku ew ji bo bajarê xwe dixebitin û got: "Em vê wekî pêşangeha herêmê pênase dikin. 120 weşanxane û 350 nivîskar dê tev li pêşangeha me bibin."