Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 12'an de ye: Bila tecrîd biqede 2023-12-16 13:33:14     WAN - Di roja 12'emîn a Nobeta Edaletê de serdana gel dewam dike û di çalakiyê de peyama, "Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe hat dayin."   Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 12’emîn de li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) berdewam dike. Meclîsa DEM Partî ya Wan, Tuşba û Ebexê serdana çalakiyê kirin.    'Em piştgiriyê didin serhildana zarokên xwe'   Xizma girtiyan Aslihan Timur bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha got:"Şerta bidawîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Em tecrîdê qebûl nakin. Em piştgiriyê didin serhildana zarokên xwe ya li dijî vê bêhiqûqiyê û em dibêjin bila ev bêedaletî bi dawî bibe."   'Bila meseleya kurd bê çareserkirin'   Çalakiyê bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bijî serok apo" û bi tilîliyan dewam kir. Ciwanan jî bi stranên gotin piştgirî dan çalakiyê.    Di roja 12'emîn a çalakiya Nobeta Edaletê de peyama, "Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe hat dayin."