Li Rojhilat û Îranê têkoşîn mezin dibe: Her kes dikare parastina cewherî bike 2023-12-16 09:05:31     Zelal Tunç-Rojda Aydin   WAN - Rojnamegera îranî Meryem Zengene sala 2023'yan nirxand û bal kişand ser tundiya li hemberî jinê û berxwedana jinan got: "Di mijara tundiyê de gel rêxistinbûna xwe ava dike. Di destê gel de çek tuneye lê dikarin parastina xwe ya cewherî pêk bînin.”   Li cîhan û welatên Rojhilata Navîn ku bi polîtîkayên şer, pevçûn û zextan hewl sedsala 21’ê de ji nû ve tê sazkirin, jin ne tenê mexdurên polîtîkayên şer û zextan bûn di heman demê de li dora felsefeya "Jin jiyan azadî" xwe rêxistin kirin û di asta kirdeya arenaya navneteweyî de ber bi sala nû ve diçin. Di 2022’yan de li Îranê jina kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên ahlaqê ve hat qetilkirin û şoreşa ku piştî vê hat destpêkirin di 1’ê Cotmeha 2023’yan de bi qetilkirina Armîta Gravand ya 17 salî ya li metroya Tehranê ji aliyê polîsên ahlaqê ve hat qetiklirin şûnde jî bê navber hat meşandin. Rejîmê tundiya li ser gel derxist du katî û hewl da bi polîtÎkayên tirs û çewisdandinê civakê biçewisînin. Lê çalakiyên "Bêîtiatiya sivîl" li her qadê bê navber didomin.   Çalakî teşeyên xwe diguherin û didomin   Di protestoyên Jîna Emînî de gelek rojnameger, hunermend, aktîvîst bi îşkence û tundiyê hatin binçavkirin û girtin. Li Rojhilat û gelek bajarên Îranê jin û ciwanan li dibistan, kargeriyan bi komên biçûk xebatên hişmendîkirinê dan destpêkirin û li her qada jiyanê  çalakiyên bêîtiatiya sivîl pêk tînin.   Di her çar rojan de jinek tê qetilkirin   Çavkaniyên herêmî jî nîşan didin ku di protestoyan de tundî zêde bûye. Li gorî daneyên çavkaniya herîmî: di du salên daweî de herî kêm 165 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetiklirin û li welat di her çar rojê carekê de jinek tê qetikirin. Di sê mehên ewil yên salê de herî kêm 27 jin ji aliyê bav an birayên xwe ve tên qetiklirin. Li gorî lêkolînan di du salên dawî de tenê li Tehranê 165 bi tundiyê re hatine rû hev û 41 jin  jî hatine qetilkirin.   Kuştinên bi çekê zêde bûne   Li gorî raporê; di du salan de  ji jinên hatine qetilkirin 108 jin ji aliyê hevjîn ve, 174 jin ji aliyê bira, 13 jin ji aliyê bav, 9 jin jî ji aliyê birayên biçûk ve hatine qetilkirin. Her wiha 19 jin jî ji aliyê tî, xezur û mêrên din yên malbatê ve hatine qetiklirin. 38 jin bi hinceta "Namûsê", 30 jin jî sedema wan nayê zanîn. 10 jin bi hinceta pirsgirêkên aborî hatine qetilkirin. 43 jin bi çekê hatine qetilkirin.   Tundî li herêmên kurd û ereb zêde bûye   Rojnamegera îranî Meryem Zengene der barê daneyên tundiya li ser jinan de axivî û da zanîn ku daneyên fermî rastiyê nîşan nadin û ji ajansa me re nirxandin kir. Meryemê daxuyakirin ku li bajarên ereb û kurd tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha domand: “Zextên li ser jinên kurd û ereb zêde bûne. Tundî li hinek herêmên Îranê pir zêde ye. Li herêmên kurd û lor û herêmên ereb ev pir zêde bûye. Li herêmên ereb û kurd ji ber bandora eşîran girane tundî zêde dibe. Li van herêman têgeha "Namûsê" pir girîng e. Li hinek herêman jî pir ne girîng e. Ji ber vê jî li van herêmên wisa hejmara cînayetên jinan zêde ye. Lê ev rastiyeke li hemû herêmên Îranê tundî gelek zêdeye.”   Bi polîtîka bêcezahiştinê piştgiriyê didinê   Meryemê, da zanîn ku tundî bi çalakiyên protestoyî tên kirin û di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Berê tundî dihat veşartin û çewisandin. Eşîran cînayet navbera xwe de vedişart û çareser dikirin. Li herêmên ereb jin bixwaze dest ji hevjîn berde an jî bi kesekî din yê ji eşîrê nîne re bizewice dihat cezakirin. Her cureyê ceza didanê. Ji aliyê eşîrê ve dihatin qetiklirin. Bedela qetilkirinê jî çend sal ceza bû. Li gorî qanûnan bav keça xwe bikuje tu ceza nagite. Ji ber vê bav keç an jî hevjîna xwe dikaribû bikuje û tu ceza jî nedigirt. Bi polîtîka bêcezahiştinê piştgirî didan qetilkirina jinan.   Mafê tenduristiya jinan jî di destê mêran de ye   Meryemê, daxuyand ku li Îranê tu wek mêr neyê dinê tu ji her mafî bêparî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu mêr bî xewdî he mafî ye. Dewlet vî mafî dide  kevneşopî didin û hiqûq dide. Mînak mafê  tenduristiya jinan jî destê mêran de ye. Jinek nexweş bikeve, hewce bi emelyatê bê dîtin divê mêr îmze bajêve. Zewicandîbe hevjîn davêjê, ne zeiwcandibû jî bav, bira, ap îmzeyê davêje. Bifikirin jinek nikare der barê bedena xwe de biryarê bide.”   ‘Jin jiyan azadî mêr û dewletê ditirsîne’   Meryemê destnîşan kir ku di 2022’yan de berxwedana bi pêşengiya jinan ku bi protestoyên "Jin jiyan azadî" hatiye destpêkirin her diçe mezin dibe û wiha got: “Jin êdî van zextan, vê çewisandin û neqebûlkirinê, naxwazin. Ev daxwaz herî zêde dewlet û mêr ditirsîne. Mêr gelek ditirsin. Çima? Ji ber jin bên ser kar wê ew maf ji destê wan bên girtin. Wê êdî jin kengê bixwazin bikaribin mafên xwe bikar bînin, dest berdanê bikin, mafên xwe bigirin. Wê mêr neçar bimînin nefeqeyê bidin û mehîrê bidin. Li Îranê ji xwe îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk pir zêde ye. Mêr dema bixwaze dest ji jinê berde demek dirêj îşkenca psîkolojîk dike. Jin ji bo dest ji mêr berdin dibêje ez ‘mehîra xwe didim û canê xwe xilas dikim’. Ji ber vê mêr niha ji tevgera ‘jin jiyan azadî’ ditirsin.”   ‘Dewlet mêran diparêze’   Merhemê axaftina xwe wiha domand: “Di çalakiyan de tu nêzîkatiyê mêr dertên holê. Hinek mêr piştgiriyê didin çalakiya jinan û helwestek ‘mazlum’ nîşan didin. Hinek jî hevkariya bi dewletê re didomînin. Sedema vê jî ev e ku şoreş tenê ne şoreşa jinan be û hem jî li dijî tundiyê xwestin tişta dikeve ser  milê wna bikin. Lê di bin sedema tundiya li ser jinê hevkariya dewlet û mêr heye.  Dewlet gumanbarên destdirêjî û kujerên jinan diparêzin û berat bike. Delwet mêran diparêze.”   Jin hedef girtin   Meryemê, daxuyand ku di îstîsmara zayendî ya Mohsen Namjo de belgeyên şênber yên wek qeydên deng hene û nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Lê ev kes hîna bi aşkera konseran dide. Hîna televizyon û rojname vî kesî guhdar dikin. Mexduriyeta wî dikin rojevê. Heqeretê li jinên ku destdirêjî lê kiriye dike. Ji bo jina zimanê ‘saetek min bi qasî 6 meh jiyana we ye’ bikar tîne. Dewlet bi aşkera ji mêran re dibêje ‘hûn bikujin, destdirêjiyê bikin, her cureyê sûc bikin ez ceza nadim we’. Tundî li bajaran pir zêde ye. Li Tehranê 20 mîlyon mirov dijîn. Li Tehranê cînayet zêde bûne û sedema vê hejmara zarokên karkerin. Mirovên hişbirê bikar tînin hene. Hejmar pir zêde ye. Zarokên hişbirê bikar tînin di civakê de nayên qebûlkirin. Ji kesên hişbirê bikar tînin 8 kes mêr bin du kes jî jin in. Kuştinên jinan li bajarên din cudaye.”   Dewlet daneyan vedişêre   Meryemê bi lêv kir ku dane rastiyan nîşan nade û wiha pê de çû: “Çima dane tên veşartin. Li dijî rêxistibûnan dewlet heye. Tu li Îranê nikarî weqfekî ava bikî. Dibistanên dildar yên piştgiriyê didin zarokên kolanan heye. Lê xebatên wir jî hatin sekinandin. Dildarên van dibistanan hatin girtin. Bi îdiaya bi dewletên din re hevkariyê dikin ceza lê hatin birîn. Her rêxistina ne siyasî qedexeye. Bi awayekî fermî ne qedexeye, avakirina partiyê jî ne qedexeye lê di pêkanînê de qedexeye. Ji ber vê jî nahêlin hejmar derkeve holê û hejmar tê veşartin. Hemû daneyên cînayetan jî dewlet digire. Lê dane bi zanebûn tên veşartin.”   ‘Bêîtîatiya sivîl didome’   Meryemê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Îranê yên ku herî zêde berxwe didin aktîvîstên kurd û aliyên cudane û wiha dawî lê anî: “Hevalên kurd û aktîvîst têkoşînê biwayekî ‘bêîtîatiya sivîl’ didomînin. Têkoşîn bi teşeyên cuda tê domandin. Dewlet bêje çi civak berovajî vê dike. Dewlet mafdar be jî gel êdî pê bawer nake. Saziyên dewletê li hember gel nirxa xwe winda kir.  Gel bi aşkera dewletê rexne dike. Berê jî rexne dikirin lê niha li ku derê rûnin rexne dikin. Tirsa wan nemeya. Bi aşkera her tiştî dibêjin bandora reforman tuneye. Bi awayên çalakiyên sivîl pêk tên. Welatî bi komên biçûk nav xwe de mijarên tundî û jinan çareser dikin. Ev tevger bi vîdeoyan li platforman tên parvekirin. Ji ber ev gelek zêde ne dewlet nikare mudaxale bike. Di mijara tundiyê de gel rêxistinbûna xwe ava dike. Divê em alî aborî hem jî hestî de jin li ser piyên xwe bisekinin. Bi vî awayî dikare li dijî tundiyê serî rabike. Dikarin tevli têkoşînê bibin. Di destê gel de çek tuneye. Dikarin parastina xwe ya cewherî pêk bînin.”