Banga mezinkirina têkoşînê ya li dijî tecrîdê 2023-12-16 09:04:28     Pelşîn Çetînkaya    AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi dirûşma "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin û çalakiyên Nobetên Edaletê de banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê da û wiha got:"Tundiya li ser gelê kurd zêde dibe û em vê qebûl nakin loma divê em têkoşîna xwe hîn mezin bikin."   Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de, di 27'ê Mijdarê de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê tê girtin bi dirûşma "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" dest bi gireva birçîbûnê ya dorveger kirin. Malbatên girtiyan di 4'ê Kanûnê de bi pêşengiya saziya girtiyan TUHAY-DER'ê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi dirûşma "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin û çalakiyên Nobetên Edaletê de banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê da.   'Dewlet hem li derve hem li hundur binpêkirina mafan dike'   Emîneyê da zanîn dewlet di serî de li Kurdistanê li gelek cihên Tirkiyeyê jî li dijî gelê kurd polîtîkayên giran dixe meriyetê û got:"Dewlet hem li derve hem li hundur binpêkirina mafan dike. Dewlet her diçe tundiya xwe ya li ser gelê kurd zêde dike û gelê kurd vê yekê qebûl nake. Loma divê em têkoşîna xwe hîn mezin bikin."   Polîtîkaya dewletê ya kurdan   Emîneyê diyar kir ku dewlet bi salan e polîtîkaya tunebûnê li ser gelê kurd dide meşandin û wiha pê de çû:"Di 2021'ê de întixar li ser Garibe Gezer hat ferzkirin. Mirina wê bi guman e. Ji aliyekî jî tevî gelek girtiyên bi nexweşiya giran hene jî Saziya Tipa Edlî (ATK) dibêje dikare di girtîgehê de bimîne. Ji ber girtiyên nexweş nayên berdan ji girtîgehan cenaze derdikeve. Cenaze bi qutuyan teslîmî malbatan tên kirin."   Serhildana li dijî tecrîdê   Emîneyê bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên di 27'ê Mijdarê de li girtîgehan hatine destpêkirin û wiha got:"Ji bo piştevaniya bi çalakiyên grevên birçîbûnê Nobetên Edaletê dest pê kirin. Dayik dibêjin kes nikare me bêdeng bike. Dayikan gotin ger encamekê ji vêya negirin ew ê serî li rêyê din bixin." Eylemleri büyütme çağrısı   Emîneyê herî dawî wiha got:"Ji bo em bibin dengê malbatan û dengê girtiyan em piştgiriyê didin vê çalakiyê. Her wiha em dixwazin bi vê çalakiyê dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin. Em hêviyê ji herkesî dikin ku piştevaniyê bidin vê çalakiyê."