Di Hefteya Mafê Mirovan de nîşandana fîlman 2023-12-15 19:31:29   WAN - Bi pêşengiya rêxistinên civakî yên sivîl di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de fîlm hat nîşandan.    Li Wanê bi pêşengiya rêxistinên civakî yên sivîl de bi minasebeta Hefteya Mafê Mirovan bernameyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Bernameyên ku bi eleqeyek mezin re rû bi rû dimînin, îro jî nîşandana fîlman pêk hat. Gelek kes tevlî nîşandana fîlman bû.    Ji nava rojêvir ve fîlmên bi navê “Ji bo edaletê”, “Ev ne xwatir xwestine: Hatay”, “Danişîn”, Topyekûn Îtîmat”, “Dengê Radyoya Erîwanê ji ku tê” û “Wergera Ulyssesê” hatin nîşandan. Fîlmên ku li eywana Baroya Wanê hat nîşandan de eleqeyek mezin hat nîşandan. Naveroka fîlman bi giştî li ser edalet, zextên li ser kurdan û binpêkirina mafan e.    Nîşandana fîlman dê sibê jî bi fîlmên cûr bi cûr berdewam bike.