Li Edene û Mêrsînê Nobeta Edaletê 12 roj in didome 2023-12-15 16:39:54     EDENE/MÊRSÎN - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edenê û Mêrsinê ya ku bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hat destpêkirin di roja 12'yemîn de berdewam dike.    Bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) a Stenbolê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê dan destpêkirin û tevlî kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bûn.    Edene    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edenê li avahiya AATUHAY-DER'ê di roja 12'yemîn de berdewam dike. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û malbatên girtiyan piştevaniya çalakiyê kirin. Çalakvanan, banga hestiyariyê kir û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.    Mêrsîn    Li Mêrsînê jî çalakiya Nobeta edaletê 12 roj in berdewam dike. Nûnerên saziyên sivîl îro serdana çalakiyê kirin. Di çalakiya îro de hevserokê TUAY-DER'ê ya Çukurovayê Ergîn Altundaş, axivî û bal kişad ser vîna kollektîf a ku di nobedê de derketiya holê. Her wiha di çalakiya îro de peyama Huseyîn Bektaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtiye hat xendin.    Çalakî bi stranên dayik û bi klamên denbêjan berdewam kir.