Li Wanê Nobeta Edaletê biryar didome 2023-12-15 14:18:29     WAN - Nobeta Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 11’an de bi serdanan berdewam dike. Di çalakiyê de dayîkan anî ziman ku daxwazên wan yek in û gotin ku ew ê bi vîneke xûrt tecrîdê bi dawî bikin.   Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 11’emîn de li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) berdewam dike. Îro jî rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeyên Şax û Mûksê û Meclîsa Dayîkên Aştiyê serdana çalakiyê kirin.   ‘Pêvajo li ser milên girtiyan maye’   Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partî yê Şaxê Tayyîp Balka axivî û anî ziman ku ew di pêvajoyek girîng re derbas dibin û wiha got: “Divê ne bi tenê çend dayîk, divê hemû dayîk û malbat îro bên li vir nobetê bigirin. Divê em piştevaniya van çalakiyên hatine destpêkirin bikin. Ev pêvajo mixabin maye li ser milên girtiyan û dayîkên girtiyan.”     ‘Êşa dayikan yek e’   Rêvebira TUHAY-DER’ê Sosin Oktay jî destnîşan kir ku ev 19 roj in li 106 girtîgehan girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û got ew zarokên wan hemûyan e. Sosinê, diyar kir ku divê dayîk û hemû gel xwedî li girtiyan derbikevin û wiha pê de çû: “Êşa dayîkan yek e. Bedelên me yek in. Ji ber vê yekê jî divê em hemû dest bidin destên hev û girtiyan bi tenê nehêlin. Ev 11 roj in jî me dest bi nobetê kiriye. Em dibêjin ji Serok û girtiyan re azadî.   ‘Em ê bi vîna xwe tecrîdê bişkînin’   Aslihan Tîmûr jî ku yek ji dayîka girtiyan e, ev tişt got: “Divê em dayîk hemû rabin ser xwe. Dayîkên me yên ku dest bi nobeta edaletê kirine bi tenê nehêlin. Ji ber vê yekê divê em bi hev re rabin. Em bi vîna xwe vê tecrîdê bi dawî bikin.”   Çalakî piştî axaftinan bi serdanan, strandinan û dirûşma “Bijî Berxwedana Zindanan” berdewam dike.