Delegasyona Jinan a Navneteweyî daxwaza azadiya Ocalan kir 2023-12-15 10:40:17     STENBOL - Delegasyona Jinan a Navneteweyî têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 33 meh in agahî jê nayê girtin û têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyaniyek da û got: “Divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Divê rola rêberê demokratîk ê gelê Kurd bê diyarkirin û di vê rewşê de pêwîstî demildest bi serbestberdana wî heye. Divê demildest hemû girtiyên siyasî bên berdan. Em teqez nikarin li hember vê yekê bêdeng bimînin û em ê vê têkoşînê li welatê xwe jî bidomînin."   Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk tê ku di nav de parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl ên ji gelek welatên Ewropayê tê de cih digirin, di navbera 9-14'ê kanûnê de li Stenbol û Amdedê piştî ku derbarê tecrîd û girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girava Îmraliyê tê girtin serdana saziyan kir civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê tecrîdê de nirxandin kir.   Pankarta "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li salona civînê ya avahiya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Beyogluya Stenbolê hat daliqandin. Tevî heyetê û parêzerên endamên OHD'ê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Ceylan Akça Cupolo û gelek parêzer beşdarî civînê bûn.   Grevên birçûbûnê û tecrîd    Axaftina vekirinê Parlamentera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça Cupolo kir û got: “Em îro bi heyeteke jinên ji Skoçya, Îrlanda, Katalonya, Meksîka û Lubnanê pêk tê daxuyaniyekê didin. Heyet di 8'ê Kanûnê de hat vir. Li Stenbol û Amedê hin hevdîtin pêk anîn. Di encama hevpeyvînan de çavdêriyek amade kirin. Ev serdan di şert û mercên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan hatine destpêkirin de pêk hatin. Ev çavdêrî li ser vê rastiyê ne. Danûstandinên butçeyê tên kirin, lê Danişîna doza Kobanê li Sîncanê tê kirin. Di heman demê de doza girtina HDP’ê jî didome. Her wiha rojevek heye ku siyaset li dora Çepên Kesk û DEM Partiyê dizivire. Em di rewşeke wiha de ne ku hemû mafên kurdan ên li her çar parçeyan di bin êrişan de ne. Şandê jî şansê dîtina vê hewayê hebû. Şand dê van çavdêriyên xwe parve bike."   'Me hinek ezmûn bi dest xistin'   Piştî axaftina Ceylanê endama delegasyonê ya ku ji Îskoçyayê hatî Eva Schonveld rapora çavderiyê ji raya giştî re xwend. Eva destnîşan kir ku wek delegasyoneke sivîl hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me ev daxuyanî bi hev re nivîsand. Em di Hefteya Mafên Mirovan de hatin vir û li pirsgirêkên kurdan û kêmneteweyên din guhdarî kirin. Me hin daxuyanî ji saziyên sivîl kom kirin. Ev kes yan girtiyên siyasî bûn yan jî kesên ku piştgirî dabûn wan. Weke heyet xaleke taybet hebû ku me girîngî dayê. Ev dîlgirtin û tecrîda li ser girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate ferzkirin. Di encama hevdîtinên xwe de me hinek ezmûn bi dest xistin. Daxuyaniyên ku me bihîstine nîşan didin ku Tirkiye bi awayekî sîstematîk mafên bingehîn ên Gelê Kurd bin pê dike. Di serî de Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li girtîgehan cih digirin. Peymanên navneteweyî dibêjin 'Divê tu kes rastî îşkence, muameleya nemirovane neyê'."   'Pêkanînek hovane û şêweyekî îşkenceyê'   Eva, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li hemû girtîgehan kiriye û wiha axivî: " Ev girtî nikarin bi girtiyên din re têkiliyê deynin. Carnan tenê destûr tê dayîn ku saetekê li derveyî hucreyê derbas bikin. Carinan jî ev destûr nayê dayîn. Li gorî pîvanên navneteweyî, tecrîda demdirêj û bênavber pêkanînek hovane û şêweyekî îşkenceyê ye. Ya ku li Tirkiyeyê diqewime ev e. Her wiha me bihîst ku girtiyên nexweş jî rastî vê îşkenceyê hatine. Me jî dît ku rêxistinên sivîl bi raporên balkêş ew tomar kirine. Tirkiye di warê mafên mirovan de têk çûye. Me bihîst ku kesên ku xizmên wan di girtîgehê de mirine ji cenazeyên wan nayên girtin û beyî destûra malbatê hatine definkirin. Kesên ku ev zordarî kirin polîs û leşker bûn. Dîsa rewşa jinên êsîr ji bo me cihê girîngiyê ye. Bûyer hene ku zêdetirî 50 girtiyan yek tuwaletê parve kirine. Ev yek hem ji bo tenduristiya fizîkî û hem jî ya derûnî ya jinan xera dike."   'Em piştgiriyê didin daxwaza rakirina tecrîdê'   Eva Schonveld, da zanîn ku ev tişt bi hiqûq û peymanên navneteweyî hatine qedexekirin û got: "Ev pêkanîn û şert û mercên bi vî rengî ji aliyê girtiyên kurd ve bi yekane derfetên xwe bi greva birçîbûnê tên protestokirin. Ev çalakî 19 roj berê dest pê kir. Em ne tenê ji bo wan, em ji rewşa derûnî û fizîkî ya malbatên ku dûr ketine bi fikar in. Weke heyet em piştgiriyê didin daxwaza rakirina tecrîda li ser girtiyên siyasî û Abdullah Ocalan. Em rastî delîlên zelal hatin ku hiqûqa Tirkiyeyê ji bo tepisandina Gelê Kurd weke rêbazeke darazê tê bikaranîn. Em dibînin ku li Bakur li şûna rêveberên şaredariyên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, rêveberên AKP'ê hatin tayînkirin. Me di hevdîtinên xwe de bi gelek kesan re hevdîtin kir. Ev kes li ser ziman û çanda kurdî dixebitin û her tim di nava tirsa binçavkirin û girtinê de dijîn. Sûcdariya li ser wî jî “xebata bi rêxistina terorê re” ye. Em bikaranîna îradeya siyasî ya Gelê Kurd wekî paqijkirina etnîkî bi sûcdariya terorê ya jorîn şermezar dikin. Dewletên Ewropayê hene ku serî li ber zextên Tirkiyeyê dane. Wan PKK wek 'rêxistineke terorîst' bi nav kirin. Welatên Ewropî gelek caran nekarîn rê li ber Tirkiyê bigrin ku pozîsyona xwe ya siyasî bikar bîne da ku zindan bi rojnamevan û rêxistinên sivîl tijî bike.   'Dewleta tirk rêzê ji mafên jinan re nagire'   Eva, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa jinên kurd: "Em nikarin li ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê serbixwe bifikirin. Em dibînin ku Dewleta Tirk çawa li dijî welatiyên xwe, Gelê Kurd weke mekanîzmaya zextê bikar tîne. Her wiha me bi dayikên ku zarokên xwe di girtîgehê de an jî ji ber şîdeta dewletê winda kirine re hevdîtin kir. Em rasterast ji van dayikan re dibêjin, em gelekî heyranê fedakarî û wêrekiya we ne. Em çîrokên we di dilê xwe de digirin. Ev dayik ji bo polîtîkaya êriş û tirsandinê ya ku berdewam dike bê edaletê bi cih bînin, bênavber dixebitin. Her wiha me ji saziyên ku di warê mafên jinan de dixebitin jî behsa zêdebûna tundiya li ser jinê kir. Ev şîdet ne tenê ne xêrxwaz e. Ji aliyê hêzên polîs ve jî tê kirin. Bi rastî, di hin bûyerên kuştina jinan de, tu ceza li sûcdaran nayên sepandin. Me bihîst ku jinên girtî ji ber ku dixwestin çanda xwe bimeşînin an jî xwestin li xizmên xwe yên winda bigerin rastî îşkence, muameleya xerab û îşkenceyê hatine. Em dibînin ku jinên kurd li gel vê şîdetê bi qirkirina çandî re rû bi rû dimînin. Vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê peyamek pir zelal dide. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk tu rêzê ji mafên jinan re nagire.   Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd...   Eva, destnîşan kir ku gelek xemgînin ku li gel Tevgera Azadiya Kurd û baldariya wê ya ji bo azadiya jinê, ji bo pêşîgirtina li cihêkariya ku li ser jinê tê meşandin, Tirkiye nakeve nav tu hewldanan û got: "Em careke din dixwazin bibêjin ku li hemberî jinên Kurd cudakarî her ku diçe zêde dibe. Ev jin hem ji ber zayenda xwe hem jî ji ber qirkirina çanda xwe duqat cudakarî li wan tê kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan mekanîzmayek ji aliyê saziyên dewleta Tirk ve nayê pêşxistin. Em xemgînin ji ber ku hikûmetên YE, Îngilîstan û Tirkiyeyê li hemberî van polîtîkayên zext û tundiyê yên zêde bêdeng dimînin. YE û Îngîltere peymanên çekan bi Tirkiyeyê re didomînin. Ev çek û alîkarî li hemberî sivîlan tên bikaranîn. Her wiha em dibînin ku YE binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyeyê şermezar nake."   Wateya biryarên AÎHM'ê tune ne   Eva, diyar kir ku bûne şahid ku hukumet cihêkariyê dixe navbera penaber û mirovên din û wiha bilêv kir: "Ev jî dibe sedema dijbertiya li hemberî penaberan. Hukumeta Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî vê rewşê manupule dike. Îngilistan û Ewropa piştgiriyê didin vê krîza mirovahiyê ya mezin dibe. Em van welatana lanet dikin. Ev rewşa dema ji berjewendiyên siyasî re xizmetê bike wê demê dibe sedema hewldanên faşîst. Em li vir tenê bûn şahidê parçeyekî biçûk ya vê qeyran û cudakariyê. Tiştên ji me re gotin ev e:" Li Tirkiyeyê tu maneya biryarên AÎHM'ê tune ye". Ji bo gelê kurd fikarên me yên cidî hene. Zextên li ser gelekî tê maneya zextên li ser civakekê."   Evayê wekî aktivîstên mafên mirovan daxwazên xwe rêz kirin û gotin em kêm qebûl nakin.   Evayê daxwazên şandeyê wiha rêz kir:   "* Divê Peymana Stenbolê demildest bê îmzekirin,   * Divê dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî li dijî zexta li ser gelê kurd tedbîrê bigirin,   * Divê êrişên li ser Rojava demildest bên sekinandin û dagirker ji cihên dagir kirine vekişin,   * Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe, divê bigihêje azadiya xwe,   * Divê hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan,   * Divê tecrîd bê rakirin,   * Divê hemû dewlet PKK'ê ji lîsteya "terorê" derxe û ji bo gelê kurd çareseriyeke demokratîk pêk were."   'Teqez em bêdeng namînin'   Evayê da zanîn ew teqez bêdeng namînin û got divê ew derbarê vê de biaxivin û got: "Yên berî me jî gotine demokratîkbûna welatekî ji şerdên girtîgehên wî welatî tên fêmkirin. Li ku derê cîhanê be bila bibe dema ku îşkence dewam bike demokrasî li wir pêk nayê. Em kesên li ser navê azadiyê têkoşînê li her derê dinyayê didin silav dikin."   Ew ê raporê pêşkêşî CPT'yê bikin   Heyetê da zanîn ew ê rapora xwe pêşkêşî CTP û saziyên din bikin û got wê têkoşîna li dijî tecrîdê bidomînin.   Piştre civîna çapemeniyê bi dawî bû.