ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-15 09:00:00     * Parlamentera DEM Partiyê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku her çalakiya ku li girtîgehê tê kirin divê weke rexneya li derve were nirxandin û got: "Girtî di şert û mercên herî dijwar de li hemberî vê sîstemê bi vîna xwe ji bo hebûnê têdikoşin. Girtîgeh ji bo me dengek in, divê em vî dengî mezin bikin, zêde bikin û li dijî vê tecrîdê li hemû qadên xwe yên jiyanê xeteke têkoşînê bimeşînin." BI DÎMEN    *"1968 li dijî jiberan, nêzîkatiyên dogmatik nokteyeke girîng e. Wek Abdullah Ocalan gotiye, 'Heqîqet evin e,  evin jiyana azad e.'  1968 jî di lêgerîna heqîqetê de rawestgeh e. Di lêgerîna jiyana rast de mîlade. Xurtkirina nêrîna heqîqeta xwe jî bi zanabûna paradîgmaya modernîteya demokratîk pêkan e." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 10’ê Tîrmeha 2001’ê de bi navê ‘li Hewzaya Dîcle Firatê pîroziya dîrokî û remza lanetê Riha’ parêzname nivîsî û geşedanên herêmê û riyên çareseriyê vegot.   *Di 2023’an de jî tundî, qetilkirin û destdirêjiya li ser jinê li hemû cîhan û Rojhilata Navîn hat meşandin. Ev hemû wek kakila Rojhilata Navîn di 2023’an de derketin pêş me. Nokteya hevdîtina jinan a ji aliyê netew dewletan ve hat redkirin jî tevgera rizgariya jinan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. PANORAMA