Partiya Çep a Kesk ji nû ve damezrandina xwe ragîhand 2023-12-14 21:38:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk ku HDP bi lîsteyên wê ket hilbijartinê, ji nû ve avakirina xwe ragihand.   Partiya Çep a Kesk ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi lîsteyên wê ket hilbijartinê, ji nû ve avakirina xwe ragihand. Dîdem Betul Goçer û Ahmet Asena bûn hevberdevkên partiyê û bi amblem û tîma nû derketin rê.   Partiyê der barê avakirina xwe de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de daxuyanî da û ev tişt parve kir: “Li hemberî neheqî, nêzîkatiyên rêveberiya navendî û otorîter ên li welatê me, em ê careke din daxwazên xwe yên demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê bilind bikin. Ev rêwîtiya nû ne bi tenê, bi hemû pêkhateyên mûxalefeta civakî re em ê li dijî rejîma yek zilamî xebata xwe berdewam bikin. Em rêxistinkirina têkoşîna hevpar weke karekî lezgîn dibînin.”   Di metna ku partiyê parve kir de, li dijî wêrankirin û talankirina xwezayê, edaleta civakî, demokrasî, wekhevî û azadiyê dîsa weke hedefên bingehîn hatin destnîşankirin.