DEM Partiyê li Cizîrê serdana esnafan kir 2023-12-14 16:47:36     ŞIRNEX - Heyeta ku Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindîr jî di nav de bû, li Cizîrê serdana esnafan kir.  Gel heyet bi coşeke mezin pêşwazî kir.   Şandeya ji Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, berdevka Partiya DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatiyan pêk dihat, li Cizîr a Şirnexê çû serdana esnafan.    Şandeyê esnafên li Kolana Gal, Orhan Dogan û ser rêya Hezexê bi girseyî ziyaret kirin. Şande ji aliyê welatiyên Cizîrê vê bi coş û tililiyan hate pêşwazîkirin. Di serdanê de esnafan der barê aloziya aborî ya heyî gazin û giliyên xwe anîn ziman. Gelek esnafan jî di sihbeta xwe ya bi Tulayê re de daxwaza yekitiya kurd û Kurdistanê kirin. Di serdanê de esnafekî jî cemedaniyê kurdî diyarî hevserokan kir û navê partiya nû li wan pîroz kir.    Serdana esnafan bi çepik û tililiyan bi dawî bû.