Li Amedê Nobeda Edaletê bi stranan didome 2023-12-14 14:55:13     AMED - Li Amedê çalakiya Nobedê di roja 11'an de bi stranan didome.   Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku di 27’ê Mijdarê de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd reçareseriya siyasî ” dabûn destpêkirin di roja 18’an de didome. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUAY-DER) ve hatiye destpêkirin jî di roja xwe ya 11’an de didome. Li salona Çalkiyê ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partiyê) a Rezanê hatiye destpêkirin  pankarta bi dirûşma "Ji dayîken lehengan li zindanan re hezar silav em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin" hatiye daliqandin . Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bang li zindanan bikin Em bibin” pankarta hate daliqandin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray û gelek kes tevlî nobetê bûn û piştgirî dan dayikan.   Çalakî bi dirûşman berxwedanê dewam kir   Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin û bi dirûşmên berxwedanê çalakî berdewam kirin. Di çalakiyê de timî dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin.   Kesên beşdarî çalakiyê bûn bang li her kesî kirin ku çalakiya xwe hembêz bikin û diyar kirin ku tecrîd pirsgirêka her kesî ye.