Nafiyeya du kurê wê li Cizîrê hat qetilkirin: Em serbilind in! 2023-12-14 14:11:39     Oznur Deger   ŞIRNEX - Nafiye Kuçuk a ku 2 kurên wê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatin qetilkirin, diyar kir ku her tim serbilind in û wiha got: "Zarokên me qetil kirin û her tiştê me talan kirin. Heta ez sax bim ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî zarokên xwe biparêzim. Serê me bilind e. Em kurd in. Em nikarin bibin tirk. Em ê heta dawiyê doza xwe bişopînin."   Şopa komkujiyên AKP-MHP’ê li Kurdistanê pêk anî didomin. Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û di 2’yê Adara 2016’an de bi dawî bûn. Di wê serdemê de ji aliye dewletê ve nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji ser komkujiyên pêk hatin 8 sal derbas bûn. Tevî ewqas sal derbas bûne jî gelê li herêmê têkoşîna xwe ya li dijî komkujiyan didomîne. Tevî hemû hewldanan bersûcên komkujiyan nehatin darizandin.   Nafiye Kuçuk a du kurên wê Egît û Adil Kuçuk di serdema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan heta niha dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Piştî du kurê wê hatin qetilkirin keçeke wê tevlî PKK’ê bû. Lawekî wêjî mecbûr ma derkeve derveyî welêt. Nafiyeyê têkoşîna zarokên xwe didomîne.   ‘Lawê min zilma li axa wî hat kirin qebûl nekir’   Nafiyeyê da zanîn kurê wê Adil 6 salan di girtîgehê de maye û piştre çûye leşkeriyê. Nafiyeyê got Adil 4 mehan li leşkeriyê maye û fermandarê wî jê re gotiğe “Tu PKK’yî ye loma jî em baweriya xwe bi te nînin û em çekê nadin te “. Nafiyeyê da zanîn li ser vê yekê kurê wê sîle bi fermandar daye û bi hinceta derûniya wî ne baş be derketiye destûrê. Nafiyeyê bi lêv kir ku di wê serdemê de qedexeyên derketina derve hatine îlankirin û got:” Lawê min zilma li axa wî hat kirin qebûl nekir. Careke din jî nehat malê.”   ‘Dayikan xwestin zarokên xwe ji jêrzemînan derxin’   Nafiyeyê diyar kir ku lawê wê yê dinê Egît zewicî bû û zarokên wî hebûn û got dema Egît ji televizyonê bihîstiye Adil li Taxa Cûdiyê birîndar bûye derketiye derve da ku Egît rizgar bike lê bele ew jî careke din venegeriyaye malê. Nafiyeyê bi lêv kir ku Egît 43 rojan li Taxa Nûrê maye û piştre jî li jêrzemînên Taxa Cûdiyê maye. Nafiyeyê wiha dewam kir:” Me xwest bi Dayika Esmer (dayika Mehmet û Orhan Tunç) re û bi 12 jinan re herin ber jêrzemînê. Zarokên me li wir bûn. Dewletê nehişt em derbas bibin. Leşkeran me li wir girtin. Di ya duyem de jî em bi 22 jinan re çûn. Dema em çûn ber jêrzemînê qêrîna zarokên me dihatin me. Dengê wan dihat me. Em çûn istasyona benzînê ya li Cadeya Nisêbînê lê belê polîsan li wir pêşiya me birîn û me kirin bin çavan. Telefonên me ji me girtin û me birin qereqolê. Heta şev me girtin û piştre em berdan.”   ‘Birîndar li hêviya rizgarkirinê bûn lê bombe li ser wan barandin’   Nafiyeyê da zanîn di wê pêvajoyê de mala wan a li Taxa Nûrê û dikana porbiriyê ya lawê wê Egît hatine bombekirin. Nafiyeyê bi lêv kir bi vî rengî mecbûr hatiye hiştin ji malê derkevin. Nafiyeyê da zanîn lawên wê 3 mehan li berxwe dane û serî netewandine. Nafiyeyê wiha got:”Dema Adil birîndar bûye ew birine jêrzemîna li Taxa Cûdiyê. Piştre birine jêrzemîneke dinê. Me jî rewş ji parlamenteran re rave kir. Dema zarokên me li me geriyan gotin em di jêrzemînê de birîndar in. Ji bo birîndar bên rizgarkirin parlamenteran bi dewletê re têkilî danîn. Piştre cihê birîndaran hat ragihandin. Piştre dewletê jêrzemînên zarokên me tê de bûn bombebaran kir. Birîndar li hêviya rizgarkirinê bûn lê bombe li ser wan barandin.”   ‘Çawa mirov zindî kuştin ?'   Nafiyeyê bi lêv kir ku lawê wê Adil ji lingê xwe birîndar bûye û wiha got:”Egît jî di jêrzemînê de hat kuştin. Li ser bedena lawê min Adil şopên îşkenceyê hebûn. Şopên kêrê hebûn. Dewlet hov û zalim e. Li vî welatî misilmantî nema ye. Edaletê naxwazin. Mirov bi awayekî zindî şewitandin.”   ‘Gotin hûn bêjin zarokên me PKK’ê kuştiye em ê pera bidin we’   Nafiyeyê da zanîn her du zarokên wê bi 3 roj navberê hatine kuştin û wiha pê de çû:”Cenazê wan birin Silopyayê. Mala me her tiştê me talan kirin. Piştre rojnamegerên dewletê hatin mala me û gotin hûn bêjin zarokên me PKK’ê kuştiye em ê pera bidin we. Dinya xera jî bibe û hûn bi qasî vê malê pere jî bidin min ez nabêjim lawê min PKK’ê kuştiye. Çimkî we lawê min kuşt. Lanet li pereyê we bê. Canê me çû em mal çi bikin. Dema ez çûm cem dozger da ku cenaze bigirim dozger jî got PKK’ê ev yek kiriye. Min jî got na ne PKK’ê we, dewletê wiha kir. Dewletê lawê min şewitand. Dewletê lawê min bi îşkenceyê qetil kir.”   Piştî komkujiyê lawekî wê çû Ewropayê keça wê jî tevli PKK’ê bû   Nafiyeyê da zanîn piştî komkujiyê keçeke wê piştî komkujî û zextên dewletê tevli PKK’ê bûye û lawekî wê jî çûye Ewropayê û wiha got:”Piştî zextan zarokên min nebûn wek berê. Piştî komkujiyê polîsan bi dehan caran bi ser mala me de girtin. Ji malbata me gelek kes kuştin. Bila meseleya kurd çareser bibe. Kezeba me şewitî bila ya kesekî din neşewite. Bila Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe.”   ‘Heta dilopa dawiyê ya xwîna xwe ez ê li zarokên xwe xwedî derkevim’   Nafiyeyê da zanîn piştî qedexeya derketina derve li Şirnexê gelek kes ber bi întixarê ve hatine kişandin û wiha got:”Kes li halê me napirse. Zarokên me kuştin û her tiştên me talan kirin. Heta ez bijîm ez ê heta dilopa dawiyê ya xwîna xwe ez ê li zarokên xwe xwedî derkevim. Serê me bilind e. Em kurd in. Em nikarin bibin tirk. Ez ê heta dawiyê şopdarê doza xwe bim.”