Paula Martin Ponz: Azadiya Abdullah Ocalan pir girîng e 2023-12-14 09:06:21     Marta Somek    STENBOL - Endama Koperatîfa Parêzerên Jin IACTA, Paula Martîn Ponz ku bi heyeta Delegasyona Jinan a Navneteweyî re hatibû Stenbolê wiha got: “Abdullah Ocalan lîderê Gelê Kurd e. Ev têkoşîn ne tenê ji bo Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû Gelê Kurd e. Ji ber vê divê Abdullah Ocalan azad be. Dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ji bo me dibe hêviyek nû. Ji ber bi vê re tevdigerim kêfxweşim.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sale li Îmraliyê dibin tecrîda giran de tê girtin. Li her çar alî cîhanê ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê şikandin û azad bibe çalakî û bername pêk tên. Di vê çarçoveyê de ji 7 weltan Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ya ji 36 kesî pêk dihat hat amadekirin. Endamên wê di 25-27’ê Çile de li Stenbol, Amed û Enqereyê hevdîtin kiribûn. Di 28’ê Çile de jî foruma "Tecrîda navneteweyî" li Otela  Hîll a Taksîmê pêk anîn û peyama tecrîdê bidawî bikin dan.    Delegasyonê di 27’ê Mijdarê de civîna çapemeniyê ya onlîne pêk anîn û rapora der barê serdanê de weşandibûn. Di raporê de hatibû diyar kirin tecrîd li ser hemû civakê belav bûye û li Tirkiyeyê tecrîd wek alava zext û tundiyê tê bikaranîn. Endama Koperatîfa Parêzerên Jin IACTA, Paula Martîn Ponz ku di heyetê de cih digirt, di 9-10’ê Kanûnê de bi Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesî pêk dihat hat Stenbolê. Heyetê serdana gelek saziyan kir û 12-13’yê Kanûnê de li Amedê serdan pêk anîn. 15’ê Kanûnê de wê li Stenbolê daxuyaniyek bê dayîn.   Paula der barê serdanê de ji JINNEWS’ê re axivî.   Der barê serdanê de gotar amade kirin   Paula da zanîn ku piştî serdana meha Çile şûnde di 27’ê Adarê de wek sê heyetên cuda raporek hevpar amadekirin eû got: “Me daxuyaniyek onlîne pêk anî. Di vê civînê de êrîşek bû û hewl dan sabote bikin. Nizanim bandora ku me dixwest hat afirandin an na. Lê me rapor weşand. Me şand ji organîzasyonên cuda re jî. 54 kesî rapor îmze kiribû û em çûn parlamentoya Strasbourgê. Ji bilî vê me gotareke akademik nivîsî. Di 2024’an de meha ewil de wê bê weşandin. Me gotar li ser mînaka Tirkiyeyê nivîsî. Me polîtîka îşkence û tecrîdê girt de. Me bi Alta Mîra Ana Guelbenzu û Marîa Sanguesa re ev nivîsî.”   Îşkence li her derê ye   Paula, daxuyand ku girtîgeh rastiya welatan nîşan didin û wiha axivî: “Li Ispanyayê jî dema jin têkoşîna kurdan diaxivin vê guhdar dikin. Lê bi taybet dewşa Abdullah Ocalan, tecrîd  û girtîgeh tê axaftin kes vê guhdar nake. Ji ber rewşa li welatê xwe jî dizanin. Rewşa girtîgehên Ispanyayê jî ji yên wir ne cudatire. Ispanya 6 caran bi îşkenceyê hat sûcdarkirin. Îşkence li her derê heye.”     Ji bo azadiya fîzîkî welatê xwe xebatan dimeşîne   Paulayê destnîşan kir ku ew têkoşîna Gelê Kurd bi heyranî temaşe dike û wiha dirêjî daye: “Ez daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan jî di vî alî de dibînim. Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê  ya girtiyên kurd û piştgiriyê didi têkoşîna gelan. Ev daxwazên mafdar in. Ez jî ji bo têkoşîn û daxwazên wan bidim xuyakirin li welatê xwe hewl didim. Abdullah Ocalan wek lîderê kurd tê qebûlkirin û lîderê Gelê Kurd e. Ji ber vê jî têkoşîna tê dayîn ne tenê ji bo Abdullah Ocalan ji bo hemû Gelê Kurd e.”   ‘Azadiya Abdullah Ocalan girîng e’   Paula, diyar kir ku dê vegerin Ispanyayê û xebatên xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê raporê amade bikin bi rayagiştî ya navneteweyî re parve bikin. Ev xebata me ya ewil e. Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan girîng e. Li girîgehan îşkence û tecrîdek mezin heye. Divê tu kes ji 14 rojan û 21’ê zêdetir neyên îzolekirin. Lê Birêz Abdullah Ocalan 25 sale di van şert û mercan de tê girtin. 33 mehe agahî jê nayê girtin. Divê demildest hevdîtin bê kirin û Abdullah Ocalan azad bibe. Dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ji bo me dibe hêviyek nû. Ji ber bi vê re tevdigerim kêfxweş im.”