'Dixwazin Kurdistanê bê mirov bihêlin' 2023-12-14 09:05:31     Rozerîn Gultekîn   AMED - Hevseroka GOÇÎZ-DER’ê Medya Alkan srelêdanên îltîcayê ya ji bo welatên Ewropayê nirxand û got: “Ev koçberî dibe sedema ku herêma Kurdistanê bê mirov hiştinê. Em axa xwe terk nekin. Ev ax ya me ye.”   Platforma Koçberiyê ya Mezopotamyayê di 30’ê Mijdarê de daxuyaniyek da çapmeniyê û da zanîn ku di 9 mehên ewil yên 2023’yan de ji bo Ewropayê 51 hezar û 415 serlêdanên îltîcayê hatine kirin û ji van jî ji sedî 80 ji bajarên kurdan pêk hatine. Ev koçberiyên ku salên 90’î de bi şewitandina gundan û bi zor derxistinê pêk hatin îro ev polîtîka wek rêbazeke ji nasnameyê dûrxistin, wek asîmîlasyonê tê bikaranîn.    Hevseroka Komeleya Lêkolîn û Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇÎZ-DER) Medya Alkan, der barê armanca polîtîka koçberiyê û encamên wê de axivî.   ‘Herêm bê mirov tê hiştin’   Medyayê diyar kir ku îro şer, krîza aborî û rêveberiya welat di koçberiyan de gelek bi bandor in û bêhêvîtî dibe sedema koçberiyê û di encama koçberiyê jî de jî pirsgisrêkên civakî ava dikin û ev tişt bi lêv kir: “Li herêma Kurdistanê bi qeyûman îradeya gel hat xespkirin. Mudaxaleyê jiyana gel kirin. Ev tecrîdek li ser gelê me pêk tê ye. Dixwazin pêşeroja mirovan tune bikin Kurdistanê bê mirov bihêlin. Koçberî bi tena serê xwe bandor li ser tenduristiya rih dike.”   Tundiya pir alî   Medyayê, da zanîn ku li gorî lêkolînan tundî û tundiya nav malbatê zêde bûye û wiha dirêjî daye: “Lê tenê tundî zêde nebûye, bi tundiyê re, rewşên ku mêr zirarê didin jî dertên holê. Ji er nebûna mekanîzmayên civakî yên peşî li tundiyê digirin, ji ber jin mafên xwe û pêvajoyên hiqûqî baş nizanin û nikarin xwe bigihînin hiqûqê tundî jî zêde dibe.”   ‘Armanc bê nasname hiştine’   Medyayê balkişand ser daneyên amade kirine û got: “Di 2016’an de 9 hezar û 675 serlêdanên îltîcayê ji bo Ewropayê hatine kirin. Di 9 mehên ewil yên 2023’yan de jî 51 hezar û 415 serlêdan hatine kirin. Ji van ji sedî 80’ê kurd in. Lê li gorî me hejmar hîn bêtir zêdeye. Gelê Kurd di pêvajoyên cuda yên dîrokê de bi polîtîkayên şerê taybet re hatine rû hev. Bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin Kurdistanê vala bikin. Armanca koçberkirinê jî asîmîlasyon û bê nasname hiştine. Tunebûna nasnameyê tunebûna gel e. Ez bang li hemû kesî dikim ku axa xwe terk nekin. Ev ax ya me ye.”