'Em ê li dijî dorpêçkirina Hikûmeta Şamê li berxwe bidin' 2023-12-14 09:03:26     Mîdye Miqted   HELEB - Têkildarî dorpêçkirina taxên Şêxmeqsû û Eşrefiyê yên li Helebê, Cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan wiha got: "Em ê li dijî dorpêçkirina Hikûmeta Şamê li berxwe bidin."   Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam e û rewşa welatiyên taxê aloz dibe. Ev bû 5 sal in li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê di heman demê de li ser herêmên Şehbayê ambargoya ji aliyê hikumeta Şamê berdewam dike. Lê bi taybet bi demsala zivistanê de ev ambargo girantir dibe û di encamê de madeyên sotemenî derbasî taxê nabe. Ji ber astengkirina madeyên sotemenî gelek zarok di nexweşxaneya Xalid Fecir a taxê de, di rewşek aloz de ne. Ji ber ku gelên taxê neçar dimînin ku bermahiyên kargehan û naylonan ji bo germ bibin bişewitînin loma jî nexweşiyên din di welatiyan de derdikevin.   Têkildarî dorpêçkirina taxên Şêxmeqsû û Eşrefiyê yên li Helebê, Cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan axivî.   'Welatiyên taxê li hember hemî cureyên siyasetan dibin bersiv'   Derbarê  mijarê de Cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan wiha got: "Taxa Şêxmeqsûd taxek ku gel tê de xwe bi xwe bi rê ve dibe ye. Tê de hemî pêkhate cih digirin lê ev bû du meh û bi hatina demsala zivistanê re carek din hikumeta Şamê dorpêça xwe ya giran li ser herdû taxan dide meşandin. Ev yek jî ji siyaseta wan a qirêj hatiye pêkanîn lê dîsa welatiyên taxê li hemberî hemî cureyên siyasetan dibin bersiv ."   'Şerê gelê şoreşgerî ji van taxan dest pê kir'   Di dewama axaftina xwe de Arînê balkişand ser berxwedana welatiyên van herdû taxan û bi taybet di şerê ku li ser taxê dane meşandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev herdû tax bi taxên berxwedanê têne naskirin, bi taybet piştî şerê ku li ser van taxan hat kirin di salên 2014-15-16'an de şerê ku tê kirin her berdewam dibe lê her carê bi siyasetek nû ya li ser welatiyên van taxan didin ferzkirin armanc dikin taxê ji welatiyên kurd vala bikin. Lê dîsa jî welatiyên van taxan û koçberên Efrînê yên ji sala 2018'an de berê xwe dan van taxan  tevî şert û mercên giran dîsa li berxwe didin ji ber şerê gelê şoreşgerî di van taxan de dest pê kir."   'Ji hemî aliyan ve zehmetî tê jiyîn'   Li ser zehmetiyên ku welatiyên van her du taxan ji ber ambargoyê dikşînin Arînê got: "Bi hatina demsala zivistanê re ambargo li ser taxê girantir dibe ji ber madeyên sotemeniyê, derman, xwarin derbasî taxê nabe. Ev hemî tişt jî pêwistiyên herî girîng ên jiyanê ne ku yextiyar û zarok bi vê rewşê re nikarin li ber xwe bidin. Bi taybet ên nexwşiyên wan ên giran hene û pêwistiya wan bi derman heye lê mixabin derman jî buha tê firotan. Her wiha şîrê zarokan jî bi astengî derbasî taxê dibe. Ev jî zehmetiya herî mezin e."   'Tevî karesata erdhejê dîsa ambargoyê dewam kir'   Arînê di axaftina xwe de balkişand ser berdewamkirina ambargoyê ya tevî rewşa erdhejê û wiha domand: "Dema ku sala borî erdhej çêbû bandora xwe li gelek malan kir. Di heman demê de gelek avahiyên taxê zirar ji erdhejê dîtin. Tevî ku rewşa welatiyên taxê ji ber avahiyên wan yên ku ji ber erdhejê zirar dîtin ne bi ewle bû dîsa jî ji bo alîkariya welatiyên taxê sotemenî di heman demê de alîkariyên ku ji derve ji bo welatiyên taxê dihatin derî li ber girtin û nehiştin ku derbasî taxê bibe."   'Bêdengiya rêxistinan dide xuyakirin ku ew jî şirîkê vê dorpêçê ne'   Di dewama axaftina xwe de Arînê balkişand ser ev rêxistinên ku bi mafê mirovam bang dikin û îro jî li hemberî van karesatên mirovî bêdeng in û ew jî şirîkê vê dorpêçê ne û wiha axivî: "Sala borî ji ber ambargo û sermayê du zarokan di vê taxê de jiyana xwe ji des dan. Ev yek jî dide xuyakirin ku hemî rêxistinên ku bi parastina mafê mirovan bang dikin ji ber bi erka xwe ya mirovî ranabin, ew jî şirîkê vê ambargoyê  ne di heman demê de tenê ji bo berjewendiyên xwe kar û xebata xwe didin meşandin lê divê bi erka rabin."   'Ji bilî berxwedanê tiştek di destê me de nema '   Di dawiya axaftina xwe de Arînê da diyar kir ku dewletên ku destê wan di va ambargoyê de hene îro daxwaza wan qirkirin û ji hevcudakirina gelê kurd e lê gel bi têkoşîna xwe dibe bersiv û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro em weke gelê van taxan ku li ser pirojeya xweseriya demokratîk a ku banga azadî û aştiyê dike xwe bi rêxistin dikin, carek din dest ji têkoşîna xwe bernedin."   'Em bi kevnikan zarokên xwe germ dikin'    Jina bi navê Fîdan Mihemed ku yek ji welatiyên taxê yê jî li ser rewşa xwe ya aloz bi ajansa me re axaftina xwe parvekir û got:"Ji ber aloziya heyî mazot derbasî taxê nayê kirin.  Em neçar dimînin ku sobeya êzingan daynin.  Lê em nikarin êzingan jî bikirin û ji ber wê em hewl didin bi naylon û kevnikan zarokên xwe germ bikin. Zarokên me ji ber sermayê nexweş dikevin."   'Em li gel van zarokan di vê rewşê de çi bikin'   Her wiha jina ji pêkhateya Ereb a li taxa Şêxmeqsûdê Rabia Omer jî bal kişand ser rewşa heyî û got:"Ev bû du demsal ku em di nava aloziyê de derbas dikin.  mazot tune ye û em xwe bi bermahiyên kargehên dirutinê germdikin. Lê ew jî têra me nake ji ber ku em wan jî bi pere dikirin em tenê dikarin rojê du saetan sobeyê dadin ji bo ku bermahiyên em dikirin têra me bikin.  Em nizanin ku em ê çawa zarokên xwe germ bikin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku çareyekê bibînin. Ji ber ku zarokên me ji ber sermayê dimirin."     Herwiha yek ji hemşîreya Nexweşxaneya Xalid Fecir ya taxa Şêxmeqsûd ku di nava mehekê de 15 zarok lê ji ber sermayê û ji ber şewitandina naylonan di sobeyê de jahrî bûne lê tên dermankriin Elya Mihemed jî wiha go:"Derbasnekirina sotemeniyê li nava taxê herî zêde bandora xwe li ser terndirustiya zarokan dike. Di malan de ji ber ku ji bo germkirinê naylon û bermahiyên texstîlê tên şewitandin zarok ji vê neyînî bi bandor dibin  û bi zarokan re nexweşiyên sîngê zêde dibin û hejara zarokên  ji ber vê rewşê radikin nexweşxaneyê roj bi roj zêde dibe."