Li Qamişlo çalakiya xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan 2023-12-13 18:15:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Dibistanan a navçeya Çilaxa ji bo xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.   Bi boneya 10′ê Kanûnê Roja Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan, Rêveberiya Dibistanan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê çalakiyek li dar xist.   Di çalakiya li Parka Jinê ya li navçeyê hatî lidarxitin de bi dehan kes şênî beşdar bûn. Revebera Rêveberiya Dibistanan a Çilaxa Nezha Seyfedîn armanca vê çalakiyê diyar kir û got: "Em dixwazin ji cîhanê re bidin xuyakirin ku tu kes nikare fikrê Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan asteng bike, fikrê jî ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe."   Nezha Seyfedîn anî ziman ku gelên herêmê piştgiriyê dide berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên li girîgehên Tirkiyeyê.