Nobeta Edalet bi piştevaniyek mezin didome 2023-12-13 15:45:06     WAN - Nobeta Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 9'an de bi serdanan û piştevaniyek mezin berdewam dike. Dayîkên di çalakiyê de behsa serdana girtîgehan û bîranînên girtîgehan kirin.    Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Edaletê ku li Wanê hat destpêkirin di roja 9’an de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) berdewam dike, îro rêxistinên DBP, HDP û DEM Partiyê yên navçeya Ebexê û Artemêtê bi geriseyeke mezin re serdana çalakiyê kirin.    ‘Heta Birêz Ocalan azad nebe çalakî dê bidome’   Di çalakiyê de Rêvebira TUHAY-DER’ê Sosin Oktay axivî û anî ziman ku heta daxwaza zarokên wan pêk neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha got: “Heta ku Birêz Ocalan azad nebe û daxwazên me pêk neyên em ê dev ji vê çalakiyê bernedin.” Piştre Hevseroka HDP’ê ya Artementê Bêrîvan Çaglayan axivî û wê jî destnîşan kir ku çalakiya hatiye destpêkirin ji bo wan gelek girîng e û wiha bi lêv kir ku ew piştevaniya vê çalakiyê dikin.   Di çalakiyê de stran hatin gotin   Bername ku di nava rojê de bi serdanan berdewam kir, malbatên girtiyan behsa bîranînên xwe yên  girtîgeh û serdanên girtîgehê kirin û demên hêstiyar hatin jiyîn. Çalakiyê bi stranan û dirûşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” berdewam kir.