Şahida qedexe û berxwedanê: Ez dest ji doza xwe bernadim 2023-12-13 09:03:32     Oznûr Deger   ŞIRNEX - Guler Yanalak ya ku 8 mehî ducanî bû û di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de ji aliyê polîsan ve bi guleyê hat birîndakririn û pitika wê ji ber çû wiha got: “Ez dest ji doza xwe bernadim. Ez bimrim jî ji zarokên xwe dibêjim bila doza min bişopînin. Bila ew roj ji bîra wan neçin.”   Li Cizîr û Sîlopiya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 2’yê Adara 2016’an de bidawî bû. Di ser 8 sal derbas bûn. 79 rojan qedexeyan berdewam kir û 288 kes hatin qetilkirin. Ji pitikên 3 mehî bigirin heta kesên 70 salî bi sedan kes hatin qetilkirin. 8 sale malbatên ku hîna cenaze negirtine hene.   Yek ji van welatiyan Guler Yanalak (38) di dema qedexeyan de 8 mehî ducanî bû û di 20’ê Kanûna 2015’an de ku li pey  kurê xwe yê 3 salî çû derve, hatibû birîndarkirin ji JINNEWS’ê re axivî.     Bi birîndarî kurê xwe hilgirt   Guler di roja 6’an a qedexeyê de li ber mala wê 3 gule li zikê wê ket û bi saetan nikaribûn bibin nexweşxanê. Gulerê der barê mijarê de wiha got: “Kurê min yê 3 salî li hundir eciz bû. Li taxa me bûyer tunebûn. Mirov li kolanan bû. Ez bi kurê xwe re çûm derve. 8 mehî ducanî bûm. Min kurê xwe hilgirt. Me got em biçin malê. Lê gule li min hatin reşandin. Gule li çîm û zikê min ket. Min kurê xwe di wê rewşê de jî neda erdê. 200-300 metre mala me mabû. Min xwe bi zor avêt hundir.”   ‘Bi birîndarî polîsan ez dam sekinandin’   Gulerê daxuyakirin ku zaroka zikê wê de miriye û wiha vegot: “Kes tunebû min bibe nexweşxanê. Min xwîn winda dikir. Du saetan ez li malê sekinim. Em li her derê geriyan. Li polis li ambulansê. Lê kes nehat. Gotin ji ber li taxa Nûr pevçûn heye em nayên. Polîsan digotin bi derfetên xwe bên nokteya polîsan. Em derketin em gulebaran dikirin. Faysal Sariyildiz li her derê geriya. Bi saetan şûnde em bi ala spî derketin. Polîsan di rê de du caran em dan sekinandin.”   4 rojan di beşa giran de ma   Gulerê diyar kir ku 4 rojan beşa giran de maye û wiha domand: “Ez du caran emeliyat bûm. Piştî qedexe bi giştî rabûn em vegeriyan malên xwe. Em li malên xizmên xwe man. Em pir mexdûr bûn. Pirsgirêkên mezin hatin jiyîn. Piştî birîndariyê min pirsgirêkên tenduristiyê jiyan. Piştî wê carek din zarokên min çênebûn. Ez her tim nexweşim. Ez hîna dermanan bikar tînim. Hîna jî lingên xwe baş hîs nakim. Guleyên li çîma min  ketin nêzî damarên sînîr bûn.  Sê gule li min ketin lê di raporê de gotibû du hebin.”   ‘Min mirin dît, ma wekê din çi wê hebe?’   Gulerê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Min mirin dît. Wekê din çi bibinim? Zarokên min li ber çavên min bûn. Ez li ber çavên wan birîndqar bûm. Piştî bûyerê psîkolojiya zarokên min xera bû. Kurê min yên ligel min demek dirêj nehat ser xwe. Beriya qedexeyê her kesî digot wê qedexe bê îlankirin. Her kes diçû marketan stok dikirin. Digotin wê 9-10 rojan bidomin. Ez ducanî bûm. Hevjînê min got ji em rehet biçin nexweşxanê divê em ji bajar derkevin. Min nexwest ez biçim. Min got ez dest ji axa xwe bernadim. Dibe ku her tişt bihata serê me. Ez ê heta dawî şopdarê dozê bim. Ez dest ji doza xwe bernadim.  Ez bimrim jî ji zarokên xwe dibêjim bila doza min bişopînin. Bila ew roj ji bîra wan neçin.”