ROJEVA 13'YÊ KANÛNA 2023'YAN 2023-12-13 09:00:23     * Welatiyên ku hatin piştevaniya çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin, anîn ziman ku bi salan e tecrîdeke giran li Îmraliyê tê meşandin û vê bangawaziyê kirin: “Li Edenê, Mêrsîn, Amed û Wanê li dijî tecrîdê nobet hatiye destpêkirin. Em ê piştevaniya wan bikin û em ê bi hev re azad bibin." BI DÎMEN   * Hevberdevka Komîsyona Karên Hilbijartinê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol bal kişand ser hilbijartina herêmî û got: “Em ji hevdîtineke ku bi awayekî zelal tê zanîn em talibên rêvberiyên li bajarane, tu carê xwe nadin alî. Lê ji bo me ya ewil ne hevkarî, tifaqeke cidakiye û vekirina riya vê ye.” BI DÎMEN    * Guler Yanalak ya ku 8 mehî ducanî bû û di qedexeyên derketina derve ya Cizîrê de ji aliyê polîsan ve bi guleyê hat birîndakririn û pitika wê ji ber çû wiha got: “Ez dest ji doza xwe bernadim. Ez bimrim jî ji zarokên xwe dibêjim bila doza min bişopînin. Bila ew roj ji bîra wan neçin.” BI DÎMEN    *Endama Delegasyona Jinan a Navneteweyî û Kooperatîfa Parêzerên Jin IACTA ya Barcelonayê Mariya Sangûesa ku ji bo têkiliyên cur be cur hatin Tirkiye û Kurdistanê, bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û diyar kir ku dirûşma "Jin jiyan azadî" li cîhanê belav bûye. Mariya Têkildarî tecrîda Îmraliyê jî da zanîn ku dema vegerin Îspanyayê wê rewşê ji nûnerên Neteweyên Yekbûyî û YE’yê re ragihînin û ji wan bixwazin ku bînin rojevê. DÎMEN HEYE