Delegasyona Jinan a Navneteweyî li Amedê serdan pêk anî 2023-12-12 18:32:57   AMED - Delegasyona Jinan a Navneteweyî, li Amedê Kesên di Nobeta Edeletê de, MED TUHAD-FED, OHD û Odeya Tabîban a Amedê ziyaret kir.   Heyeta Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji  7 kesî pêk dihat û nav de parlamenter, hiqûqnas, nûnerên saziyên sivîl yên ji welatên cuda yên Ewreopayê cih digirt li Amedê serdanên xwe domand. Heyet ewil çû Nobeta Edeletê ya li navçeya Rezan a Amedê.   Heyet bi dayikan re hat gel hev û dayikan tecrîd û bûyerên civakî yên tecrîd dibe sedema wê ragîhandin. Heyetê nîşe girtin û diyar kirin ku wê li dijî binpêkirina mafan ya li girtîgehan û îşkenceyan çi ji destê wan bê wê bikin.   Heyet piştre çû serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD).  Hevserokê OHD’ê EkînYeter û kesên ligel wî heyet pêşwazî kirin. OHD’iyan qelsiyên di alî hiqûqî re û tecrîd ragîhandin.   Heyet pitşre çû serdana Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandî ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin (MEBYA-DER).     Heyet herî dawî derbasî Odeya Tabîban a Amedê bû.