ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir 2023-12-12 15:16:10     COLEMÊRG - Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê serdana endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Geverê kir.    Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê serdana endamên Dayikên Aştiyê yên Geverê kir.   Di serdanê de hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz axivî. Sîbel di serî de Dayika Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk, endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê parêzer Erdal Safali bi bîr anîn.    Sîbel, daxuyand ku bi giştî li cîhanê şerek heye û her tim jî dayik li dijî şer di nav hewldanan de bûne û got: "Ji ber ku di şer de herî zêde dayik êş dikêşinin. Em hewladana Dayikên Aştiyê her tim dizanin û daxwazên wan dizanin. Em dibêjin em ê her tim li cem daxwazên Dayikên Aştiyê bin."   Dayikên Aştiyê jî di serdanê de axivîn û gotin: "Dixwazin sala 2024'an bibe sala azadî, aştî û aramiyê."