Rojnamevan Pexşan piştî 4 meh lêpirsînê şandin girtîgeha Êvînê 2023-12-12 14:52:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û girtiya berê ya siyasî ya kurd, Pexşan Ezîzî ji beşa lêpirsînê, veguhestin beşa jinan a girtîgeha Êvînê.   Li gorî medya navxweyî ya Îranê, duh êvarî piştî 4 meh lêpirsînê, rojnamevan Pexşan Ezîzî ji beşa 209 ya girtîgeha Êvînê, veguhestine beşa jinan a heman girtîgehê.   Li gorî heman çavkaniyê rojnamevan Pexşan ji dema hatî binçavkirin ve ji hemû mafên xwe hatiye bêpar hiştin û nekariye bi rêya telefonê jî bi malbat û parêzerên xwe re bi axive.