Girtiyekî din ê nexweş jiyana xwe ji dest da 2023-12-12 14:32:39     ŞIRNEX - Girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Gûvcîn li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.   Mehmet Gûvcîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihate ragirtin beriya 7 mehan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin ku girtî dihate darizandin jiyana xwe ji dest da. Girtiyê ku  2 meh bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihate dermankirin, serê vê sibê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê girtiyê jiyana xwe ji dest da dê li Goristana Asrî ya Cizîrê bê veşartin.