'Nobeda Edaletê' di roja 8’emîn de didome: Ji bo aştiyê tecrîdê rakin 2023-12-12 13:41:43     WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 8'emîn de bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" berdewam dike û çalakiyê de peyama "Ji bo avakirina aştiyê divê dawî li polîtîqayên tecrîdê bê" hat dayîn.    Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan, bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” çalakiya “Nobeda Edaletê” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin. Çalakî di roja 8'emîn de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de berdewam dike, îro rêxistina HDP û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) a navçeya Serav, şêniyên taxên Abdurrahman û Altintepe, Arsîsa û Meclîsa Dayikên Aştiyê piştevaniya çalakiyê kirin.    'Ji bo aştiyê tecrîdê rakin'   Di çalakiyê Dayika Aştiyê Şîrîn Bir axivî û anî ziman ku ew piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê dikin û got divê tu kesek li hember vê yekê bêdeng nebîne û hêstiyar bin. Şîrîn, bal kişand li ser binpêkirina mafên li girtîgehan û wiha domand: "Polîtîqayên tecrîdê tu carî nayê qebulkirin. Divê demildest daxwazên girtiyan bu cih bînin.  Em naxwazin dayikên gerîlla û leşkeran êdî bigirîn. Bila ev şer bi dawî bibe û ji bo avakirina aştiyê divê dawî li polîtîqayên tecrîdê bê."    Di çalakiyê de tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.    Çalakî di roja 8'emîn de bi stran û serdanan berdewam dike.