Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê hat binçavkirin 2023-12-12 10:29:57     MÊRDÎN - Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Remziye Bayhan bi serdegirtina mala xwe hat binçavkirin.   Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Remziye Bayhan li Nisêbîna Mêrdînê, bi serdegirtina mala xwe hat binçavkirin. Hat hînbûn polîsan deriyê mala Remziyeyê şikandine û alavên li mala wê belawela kirine.   Hat hînbûn Remziyeyê birine Muduriyeta Emnîyetê ya Mêrdînê.