Ji bo balê bikşînin ser tecrîdê gore û lîf rêsandin 2023-12-11 16:27:35   ŞIRNEX - Jinên Botanê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li Îmraliyê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re gore û lîf rêsandin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo ku balê bikşîne ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yè ku li girtîgehan hatine destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bû. Jinên ku kombûn ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re gore, lîf û falîne rêsandin.    Di bernameya jinan de hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Deniz Yildirim axivî. Deniz diyar kir ku rabûna li ber tecrîdê erkeke mirovahiyê ye û daxwaz kir ku her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.    Piştî axiftinan jinan bi kilam û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” çalakiya ku girtiyan daye destpêkirin silav kir. Bername bi rêsandina gore û lîfan berdewam kir.    Li Şirnexê jî jinên ku kom bûn li avahiya DEP’ê ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan re gore çêkirin. Gore, lîf û fanîlên ku tên çêkirin dê bi rêya şandeya ku diçe Gemlîkê re jî Ocalan re bên şandin.