Nobeda Edaletê di roja 7’emîn de didome 2023-12-11 15:43:53   WAN – Nobeta Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 7’emîn de berdewam dike. Li çalakiya ku bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” didome, banga mezinkirina berxwedanê hat kirin.   Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” û “Nobeda Edaletê” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeta Edaletê ku li Wanê hat destpêkirin di roja 7’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de berdewam dike, îro rêxistina HDP û Partiya DEM’ê ya navçeyên Qelqelî, welatiyên taxên Haci Bekîr û Seyît Fehîm a navçeya Rêya Armûşê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê û GOÇ-Der serdana nobetê û piştevanî kirin.   Di çalakiyê de kesên di nobedê de stranan gotin û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin û peyama mezinkirina berxwedanê hat dayîn.   Çalakî, bi stran û dirûşmeyan berdewam kir.