Doza Kobanê dewam dike 2023-12-11 15:25:44   ENQERE - Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel di Doza Kobanê diyar kir ku pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare were çareserkirin û wiha got: “Azadiya birêz Ocalan ji bo aştiya civakî ya Tirkiyeyê girîng e.”    Danişîna Doza Kobanê bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel ve dom kir. Danişîn, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran û li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û Sûltan Ozcan, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajar û gelek welatî jî di danişînê de amade bûn. Dema siyasetmedar ketin eywana danişînê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” olan da.    Sebahat Tuncel di serî de jinên danişînê dişopînin silav kir û piştre dest bi parastina xwe kir. Tuncel, parastina xwe bi gotinên Amin Maalouf a “Ji bo hemû baweriyan rêz digirim û di nezera her kesî de sûcê min ev e. Sûcê min ew e ku ji bo wan aştiyê dixwazim. Ez ê bedela wê bidim.” Berdewam kir.    Astengiya li pêşiya Komara Demokratîk   Sebahat bi domdarî anî ziman ku ji ber têkoşîna xwe ya aştiyê tên darizandin û wiha got: “Kesên li dora nefretê civiyayîn, hewl didin pêşiya Komara Demokratîk bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku dê ji bo gelên Tirkiyeyê komareke wekhev ava bikin. Sedema darizandina me ya li vir jî ev e. Di sala 2015’an de me got; ‘heke hûn binpêkirinên mafên mirovan tune bihesibînin dê Tirkiye bikeve krîzê. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku gelek herêmên Kurdistanê  bi çekên giran hatine dorpêçkirin û ji her malê cenaze derdikevin.’ Lê li me nehat guhdarîkirin.”    ‘Min bihîst’ lê hûn îfadeya wî weke hêmaya sûc a xurt dinirxînin. Lewma pêbaweriya bi dadgeha we ji hêla min ve bipirsgirêk e. Darizandineke adilane û serbixwe nayê kirin. Hûn jî di nava vê kompasê de ne. Dozger Ahmet Altûn xwestiye delîlan veşêre. Êdî ewqas berbiçav bû.    Tundiya mêr dewletê   Hûn bi xwe li vir tundiya mêr-dewletê dikin. Hûn nûnerên pergala nêrza ne. Salên me bi têkoşîna li dijî vê zîhniyetê derbas bûn. Ji ber ku mîkrofon di destê we de ye, ji nişka ve hûn digirin. Ev yek tundî ye, hewce nake ku hûn ileh li me bixin. Li gorî CMK’ê; piştî lêpirsînê li gilîker û şahidan tê guhdarîkirin. We ew jî nekir. Dema parastin didomiyan we li şahidan guhdarî kir. Ser re we em bi wan dan teşhîskirin. We bi awayeke veşarî li şahidên nepen guhdarî kir. Û hûn ji vê re dibêjin ‘edalet.’ Hêj lêpirsîn neqediyayî we got; ‘hûn dixwazin darizandinê dirêj bikin’ û we mafê me yê parastinê bisînor kir. Jixwe ev 7 sal in ez di girtîgehê de me, ma dê çima bixwazim dirêj bikim. Îfadeyê şahidê nepen Ulaş di girteka lêkolînê ya polîsan de tune ye lê we bi veşarî lê guhdarî kir. Yên ku dibêje tenê fesadî ye. Xuyaye ku derewan dike lê hûn naxwazin vê yekê îspat bikin. Piştî guhdarîkirina Ulaş, we biryara ‘ya berê digire nav xwe’ da. Tiştekî wiha nîne.    We Dayika Taybet li derve hişt   Di vê pêvajoyê de dewletê mafê me yê şîngirtinê jî ji destê me girt. Gelek hevalên me xizmên xwe winda kirin. Min jî bapîrê xwe winda kir. Yek ji me nekarî biçin cenazeyên wan. Dema em diçûn jî rê veguherandin îşkenceyê. We neda hiştin ku cenazeyê dayika Aysel Tugluk were definkirin. Ji bin axê hate derxistin û we şand Dêrsimê. We Dayika Taybet li naverasta kolanê hişt. We zarokên vî gelê kirin xwarina teyr û çûkan. Cenazeyên zarokên gelê kurd di qutiyan de tên radestkirin. Şîna kê dikare were girtin, ya kê nikare were girtin? Mijar bi temamî ev e. Ritûel aydê civakê ne, Mirov baş dikin û têkiliya bi civakê re ye. Lê we destûr neda ku em ne êşên xwe ne jî keyfxweşiyên xwe bijîn. Aysel Tugluk ji ber we kete vê rewşê. Ev tundiya dewletê ye ku dixwaze têkiliya me ya bi civakê re qut bike.    Çareseriya pirsgirêka kurd   Heke li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd were çareserkirin, ev çareserî bi birêz Ocalan dibe. Hewldanên çareseriya demokratîk ên Ocalan, ji bo tevahiya Tirkiyeyê pir binirx in. Birêz Ocalan heke azad bibe, ev yek ji bo aştiya Tirkiyeyê gelek girîng e. Rêya herî baş a pêkvejiyanê, destpêkirina muzakereyên bi birêz Ocalan re ne. Hûn birêz Ocalan di bin tecrîd û îzolasyoneke giran de radigirin. Tu mafên xwe nikare bi kar bîne. Di çalakiyên greva birçîbûnê yên sala 2009’an de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Niha li girtîgehan dîsa grevên birçîbûnê dest pê kirine. Divê êdî rê li ber mirinan bê girtin.”    Şandeya dadgehê navber da danişînê û piştî navberê dîsa dê bidome.