Encamnameya Konferansa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' hat aşkerakirin 2023-12-11 13:29:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya Konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re' hate eşkerekirin û wiha hat gotin: "Zext li rêxistinên navneteweyî bikin, ji bo ku erkên xwe yên qanûnî û hiqûqî di doza Rêber Abdullah Ocalan de bînin cih."   Konferansa "Azadî ji Abdullah Ocalan re" ku ji aliyê "Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê" li Zanîngeha Şark a Reqayê hate lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû. Di dawiya konferansê de endama înîsiyatîfê Hind Dagistanî encamnameya konferansê xwend.    Di encamnameyê de wiha hate gotin:    "Bi dirûşmeya 'Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de' konferansa yekemîn li Zanîngeha Rojhilat a Reqayê li dar ket.   Di konferansê de xalên li jêr hatin pêşniyarkirin:   * Li cem dadgeha Ewropî, giliyê Erdogan bê kirin.   * Bala dewletên Peymana Cenevreyê îmze kirine bikişîn ser doza Rêber Abdullah Ocalan, komîteyên qanûnî ava bikin, ji bo ku doza dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan şîrove bikin.   * Di ragihandinê de balê bikişînin ser vê dozê, ji bo ku kiryarên Tirkiyeyê bêne eşkerekirin.   * Piştgiriyê bidin tevahî înîsiyatîfên navneteweyî û înîsiyatîfa Rêbertî.   * Zext li rêxistinên navneteweyî bikin, ji bo ku erkên xwe yên qanûnî û hiqûqî di doza Rêber Abdullah Ocalan de bînin cih.   * Li ser asta Rojhilata Navîn konferanserekê li dar bixin. Komîte û desteyên hiqûqî ava bikin ji bo ku van sûcan ragihînin aliyên têkildar.   * Ji bo eşkerekirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û ya cîhanê doz li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê destpêkirin.   * Ji bo dîsa li doza Rêber Abdullah Ocalan vegere, nameyekê bişînin dadgeha adilê ya Yewnanistanê.   * Encamnameya konferansê li dewletên herêmî belav bikin, ji bo belavkirina fikr di nava gelan de çalakiyan li Sûriye û cîhanê zêde bikin.   * Konferans, ji bo lidarxistina çalakiyên têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan platform e. Xwe bigihînin paytextên Erebî û cîhanê li ser asta qanûnî û hiqûqî.   * Ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirina komî di doza Rêber Abdullah Ocalan de, vekirina dozê li dijî rayedarên Tirk ên dewleta Tirk li cem dadgeha navneteweyî.   * Ji CPT'yê bixwazin encamên serdana Îmraliyê ya dawî ku di Îlona 2022'yan de çêbûye, eşkere bike. Divê dewletên mezin di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka helwesta xwe û siyasetên xwe yên dualî di doza Rêber Abdullah Ocalan de biguhere.   * Ji bo naskirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan, avakirina komîteyeke tenduristiyê ya navneteweyî.   * Ji bo parastina doza Rêber Abdullah Ocalan avakirina komîteyekê ji parêzerên ji tevahî herêman û dewletan.   * Destûr ji malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan re dayin ku wî bibînin û tecrîda li ser bi dawî bikin."