3'yemîn konferansa ROJIN'ê pêk hat: Em ê tarîtiyê ronî bikin 2023-12-11 10:44:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 3'yemîn konferansa ROJIN a ku bi dirûşma "Bi felsefeya jin jiyan azadî, em ê tarîtiyê ronî bikin" hatî lidarxistin de wiha hat gotin: "Em weka kedkarên çapemeniya azad hêza xwe ji diroka têkoşîna ku xwe dispêrê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ digirin. Ji bo em bibin deng û rengê jinan û heqîqet di tariyê de nemîne em ê bi hemû hêza xwe bixebitin."   Komeleya Rojnamevanên Jin (ROJIN), Konferansa xweya 3'yemîn di navbera 2-3’yê ye Kanûna 2023'an de bi beşdariya dehan kedkarên çapemeniyê li dar xist.     Konferansa ku bi dirûşma "Bi felsefeya jin jiyan azadî, em ê tarîtiyê ronî bikin" pêk hat du rojan berdewam kir, di nava van du rojan de êrişên pergala mer-dewletê li ser rojnamevanên  ku heqîqet di şopandin, jin û civakê, rêbazên rizgarbûna jinan ji tûndiyê û tekoşîna jinên azadixwaz li beramberê pergalê û perspektîfên çareseriyê, astengiyên di qada çapemeniyên de derdikevin pêş bi hûrgilî hatê dest girtin û nîqaşkirin. Her wiha ji bo valahiyên di navbera tevgerên jinan yên li parzemînên cuda de bên dagirtin, perspektîf bên pêşxistin û xetên berxwedana bi hev re bên avakirin rola rojnamevanên jin a di pêşxistina jiyanek alternatîf çiye de nîqaşên girîng hatin kirin.   Paradîgmaya Abdullah Ocalan    Di konferansa ROJIN de yek ji mijarên sereke pengava ‘Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî’ bû. Rojnamevanên jin destnîşan kirin ku li hemberî polîtîkayên şer û kaosa tê kurkirin û qirkirina jinan de, Paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo rizgariya jin û cîvakê di asta cîhanê de her ku diçe mîna alternatîfekê bi bandor dibe. Lewra êrişên herî dijwar ên pergala hegemon li ser Îmraliyê tê pêşxistin.    Pênasekirina sedsala jinê    Di nirxandinan de sedsala 21'an weke sedsala jinê hate pênasekirin û wiha hat gotin: "Bi destê desthilatdaran polîtîkayên şer, kedxwarî, desthilatdarî, kuştina jinan, hedefgirtina pêşengên jin, têkbirina exlaqa civakê û tarûmarkirina xwezayê roj bi roj zêdetir dibin. Bi şerê li ser gelan tê ferzkirin, li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê pergalek desthilatdariya mêr tê ferzkirin. Li hemberî vê têkoşîna jinan a di pêşengiya jinên Kurd de ji bo parastina nirxên mirovahiyê, azadî û demokrasiyê hewl dide pergaleke di mîhwera jinê de ava bike."   Polîtîkayên şerê taybet    Di konferansê de hate destnîşan kirin ku ev şer û têkoşîn herî zêde bi rêya çapemeniyê tê meşandin, lewra qada medyayê ya di destê mêrên serdest de bûye qada ku dezanenformansyon, manîplasyon, polîtîkayên şerê taybet, mêtîngerî, û zayendîperestiyê herî zêde lê pêk tên. Ji ber wê yekê jî erkê rojnamevanên jin ango ragihandina xweser jî awa ku li hemberê van êrişan hîşyarbûnek cîvakî bide avakirin.    Serhildana 'Jin jiyan azadî'   Yek ji rojeva herî girîng a sala dawî ya weşangeriya jin weke serhildana "Jin Jiyan Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê bi pêş ket hate nirxandin. Di nirxandinan de hate destnîşan kirin ku Şoreşa Jin, jiyan, Azadî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê guhertinên cidî yên civakî pêş xist. Ji ber gel êdî naxwaze bi desthilatdariya paşverû re bijî nerazîbûnên xwe tîne ziman. Rojnamevanên ku rastiya rejîma Îranê û serhildana jinan ragihandin bûn hedef û hatin girtin.Tevî hemû êrişan jî israra ji bo ronîkirina heqîqetê dewam kir.   Li alîkî din Şoreşa Jinê ya li Rojava di pêşengiya jinan de pêş ket jî yek ji mijarên nîqaşên Rojnamevanên jin bû û di vê derbarê de îşaret bi êrişên nû hate kirin.    Bûn zimanê heqîqetê    Rojnamevanan diyar kirin ku çawa heta niha bi bedelên mezin bûn zimanê heqîqetê ji niha û pê ve jî bi wêrekî wê têkoşîneke berfireh ji bo avakirina çapemeniyek alternatîf a bi nêrîna jinan têbikoşin. Li dijî hemû zilm û zordariyan bibin zimanê mafdar, mazlûm û azadîxwazan, jinên berxwedêr û têkoşer. Bi fikra ku jiyan, bi beşdarî û nêrînên jinan dikarê rasteqîn û bedew bibe bi rojnamevanên jin ên cîhanê re bên gel hev û rêxistinbûyîna di qada medya de xurt bikin.    Di konferansê de çend biryarên hatin girtin jî wiha ne;    "* Em weka kedkarên çapemeniya azad hêza xwe ji diroka têkoşîna  ku xwe dispêrê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ digirin. Ji bo em bibin deng û rengê jinan û heqîqet di tariyê de nemîne em ê bi hemû hêza xwe bi xebitin.   * Li dijî tecrîda şîdandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hemû qadên jiyanê xistiye bin bandora xwe, em ê  weşangeriyek di jin û civakê de hişyarî û berpirsyariyê pêş bixe, bikin.   * Li hemberî polîtîkayên qirkirina civakî yên mîna koçberî, fuhuş, guhertina demografya, madeyên hişbir weşangeriyeke  civaka exlaqî û polîtîk, welatparêziyê pêş dixe hîn zêdetir esas bigrin.    * Li dijî her cûre êrişên pergala mêr-dewletê bi zanista  jinê em ê , pêşketinên derbarê jinê de, bertekên civakî, pirsgirêk û nakokî wek pirsgirêka azadiya jinê bigrin dest û li ser van esasan weşaneke bi bandor bikin.    * Ji dîrokê heya îro ji bo bi dawî anîna desteserkirina jiyan, ked, hûner, talana xwezayê, fikir û çalakiyên jinan bê rawestandin û rojên ku hatinê tarîkirin bê ronî kirin, emê weşangeriya rastiyê esas bigrin.              * Medyaya dîjîtal bi armanca pêşxistina zanebûna civakî bikaranîn."